BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Rêberê Gelan herî dawî 25’ê Adarê karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Ev axaftin jî tenê ji bo çend deqeyan dewam kiribû û piştre hatibû birîn.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.