BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kirin:
“Agahiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:
-17’ê Gulanê saet 11:30’î li dijî hêzên dagirker ên li Girê Xaç a li devera Xantûr a Herêma Heftanînê çalakiyek hatiye kirin. Komeke dagirkerên li nava konekê kom bûbûn hate hedefkirin, 3 dagirker hatin cezakirin, kon bi temamî hate rûxandin. Dagirker piştî çalakiyê bi qasî saetekê qada çalakî lê pêk hate bi obus û hewanan bombe kir.
LI SELMASÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
-11’Ê Gulanê hêzên me dema ku ji cihekê diçûn ciheke din li devera Selmasê hêzên Îranê êrîşî wan kirin. Li vir 4 hevrêyên me şehîd bûne.
DI ÊRÎŞÊN ESMANÎ DE TI GERÎLA ŞEHÎD NEBÛNE
Êrîşên balafirên şer û helîkopteran ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dom dikin. Di vê çarçoveyê de;
-17’ê Gulanê saet 23:15’an helîkopterên Skorsky Girê Şehîd Serxwebûn a Herêma Zapê leşker danî.
-17’ê Gulanê saet 20:45’an heta 00:00’an li deverên Memreşo, Mervanos û Şûkê yên Herêma Avaşîn tevgera helîkopteran hebû.
-17’ê Gulanê saet 16:00 heta 16:30’î balafirên şer Zendûra ya herêma Metîna 3 caran bombe kirin.
Di van bomberdûmanan de ti ziyan bi gerîlayên me nebûne.”