DÊRÎK – Bi armanca piştgiriya berxwedana Gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Zap Avaşîn Metîna, bi slogana “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û Rojhilatê Sûrye meşek dirêj a 3 rojan, ji bajarê Qamişlo heta Dêrikê dan destpê kirin.
Meşa dirêj ya ciwanan doh êvarê gihîşt Girkê Legê. Ciwan danê sibê dest meşê kirin û di van saetan de kêm ma ku xwe bigihînin Dêrîkê.
Cihên ku ciwan tê de derbas dibin piştgiriya gel dibînin. Her bajar û bajarokan de tevlîbûna meşê zêde dibe. Li gor bernama ciwanan meşa dirêj yê roja sêyemîn de êvarê xwe bigihîne Dêrîkê.