NAVENDA NÛÇEYAN –
Yaşar Eroglu Nivîsand
Pergala dewleta tirk bi mafya û çetebûna xwe, bi nakokiyên di dorhêla van çeteyan de diçelqe û ser û bin dibe. Ji aliyekî ve dagirkirina axa Başûr, qeyrana aborî, tecrîta li zîndanan û Girava Îmraliyê, grevên birçîbûnê û xizaniya ku dibe sedemên xwekuştinan û hwd. Bi rastî her yek bi serê xwe mijareke sotîner e.
Lê di nav vê rojeva sotîner û dagirtî de bûyereke balkêş jî serê xwe derxist, got ez jî li vê derê me, min ji bîr nekin. Malbateke kurd a welatiyên dewleta Iraqê-Herêma Federal a Kurdistanê li Mersînê di nav herka trafîkê de ji aliyê komeke faşîstên tirk ve hate rawestandin, peyakirin û lînçkirin. Yek bi giranî du kes birîndar bûn. Bi dîmen û bi vîdeoyê ev yek hat îspatkirin û kete kontrola fermiyeta hêzên ewlehiyê yên dewleta tirk.
Heta niha li dijî kurdên Bakur bi hezaran qewmîn; kuştin, linç, birîndarî, talan, şewat û bûyerên bi vî rengî dibûn. Vê yekê amaje kir ku ne tenê kurdên Bakur, ji her parçeyên Kurdistanê her kurd di hedefa tirkên rêgezperest û dewleta fermî de ne, îspata wê ev lînç bixwe ye. Dewlet û rêgezperest mil bi mil bi hev re dixebitin.
Em ji ku derê zanin? Yek ev kesên êrîşkar karmend û personelên dewletê bixwe ne, yan jî îstixbarata malbatê hêzên dewletê dane êrîşkaran. Wisa nebe ji ku derê zanin kesên di herka trafîkê de kurd in û ji Hewlerê ne? Ev rastî aliyekî vê qewmînê ye.
Rûyê din hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê eleqedar dike. Statûya Başûr fermî ye, meşru û rewa ye, di qada hiqûqa navdewletî de xwedî mafê parastina xwe û welatiyên xwe ye. Malbata kurd ji Hewlerê û welatiyên hikumeta Kurdistanê bûn. Lê mixabin ji hikumeta herêmê deng derneket, weke ker û lalan serê xwe kirin ber xwe.
Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, kengê welatiyekî dewletekê rastî niheqiyekê tê, dewlet radibin ser piyan, bi devê rayedarên qada herî bilind bertekên xwe tînin ziman û bi awayekî dîplomatîk protesto dikin. Hikumeta Başûr we tire ku bûyer li Hewlerê qewimiye di asta walîtiya Hewlerê de bertek nişanda. Ya sosret jî ev bû, me îradeyeke hikumeta Başûr nedît.
Zevî bi zevî, gir bi gir, dol û gelî bi gelî; bi tank û top, bi îstixbarat, bi artêş, bi çekên giran erdnîgariya Başûr ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin dengek û bertekek ji hikumeta Başûr derneket. Her roj xaka Başûr tê bombebarankirin deng tune. Lê balkêş e kingê ku xwepêşandan, protesto, mafxwestin, bêîtaatî dibe hikumeta Başûr bi Zerevanên xwe, bi Parastina xwe, bi hêzên xwe yên taybet li ser stûyê gelê Başûr e, simbêl boq e, zend qalin e, jopreşîn e.
Bi rastî ya bi awayî heye hikumet e? Hikumet îrade, temsîliyet, parastin, rûmet û serfiraziya gelê xwe ya qet nebe li hember dost û dijminan e. Her hikumet dibe ku di karên hundirîn de van hêmayan bi cih neynin lê li ser wan ferz e ku di mijara al, ax, karen derve de xwedî rûmet û temsîliyetê be. Em dibînin hikumeta Başûr dev ji van hemû hêmayan berdaye. Xema wê nîn e rûmet çûye, al û ax di bin piyan de ne. Bala wê ser nîzam û întîzama dolar, malbat, berjewendiyên dijminê kurdan û hevkarê wan, serî tewandina bi gel û hêmayên dij berjewendiyên gelê kurd e.
Bi vî awayî hikumetbûn ne pêkan e. Li Başûr hikumet tune ye. Hêzeke desthilatdar heye, tenê piyaseya pereya kontrol dike. Bi darê zorê desthilatdarî zeft kiriye, tenê dahatûya xwe, eşîr û malbata xwe dipê. Wisa nebûya bi referandûmê re ji sedî çil Kurdistan berda, helwestên dijminên hebûna xwe yên wê demê weke qedeheke şîr daqurtand, mîna miha di bin zikê gur de pê re revî.
Hêza desthilatdar bûye korsan, çete û şibyaye dewleta pê re hevkariyê dike. Dewleta Tirkiyeyê îro çawa be ew jî wisa ye. Lê esas fermandar dewleta tirk e, ew jî wilayeta wê ye ku hikumet na walî diaxife, we tirê bajarekî Tirkiyeyê ye, statuya wê nîn e.
Eger we al, ax û nirxên xwe bê rûmet kiribin, welatiyên xwe li dijî nijadperestiya dewleteke biyanî nikaribin biparêzin, qet nebe dengekî hikumetê derxin hingê paytexte we hebe, bi kamyonan dolarên we hebin, çeteyên we hebin heqîqeten kêrî çi tên?
Wê gavê Hewler çima heye? Parlamentoya ku li ser deriye wê dinivsê ‘Parlementoya Kurdistanê’ ji bo çi heye? Gelo ji bo kurdên azdîxwaz nekevin nav sînorê wê, gelo ji bo îstixbarata Tirkiyeyê bêyî astengî li dijî azadîxwazan operasyonan bikin, ji bo her bihosteke axa welatê we bomberan bikin?
Hingê hûn çi ne, ji bo çi hene?
Bêrûmetî nikare bibe rûmeteke niştimanperwer. Di bin kûmê hikumet û hêzên partiya hikumetbûyî de ji ber vê yeke ye her tim reva ji yekitiya neteweyî derdikeve, ev ne tesadif e.
Bêrûmetî xwemalî kirine, di serî de tirk paşê fars û ereb ji xwe re kek qebûl kirine, şêweya jiyana wan ev e. Ji bêrûmetiyê ancax xulamtiya xelkê, cerdevanî û dijmintiya birayê xwe û berjewendîperestî dikare derkeve. Ji ber vê ye, bêrûmetî ew qas li ser we çik disekine.
Bûyera ku li Mersînê qewimî careke din ev rastî bi bîr xistin.
WELAT