NAVENDA NÛÇEYAN –
Welatekî kû di navbera dû çeman de bihuşta ser rûyê erdê ye, rojekê ew ji şiyarkirina sibehên nearam bêzar bû. Wek şeydaya kêfxweşîya xwe ye kû hatiye dizîn digeriya, gava kû wê nedidît, ew xemgîn dibû hêstirên girî wekî Fırat û Dicle diherikîn, Têkçûyînên piştî van serfirazîyên ne dirêj, ew pir diperitand. Ew ji hêz ketibû û xelaskarek digerîya. Lê kesek tûnebû wî xelas bike ji ber kû hemû mirovên vî welatî bûbûn wek kevir. Çûk ne difirîyan, yek pel jî nedihejîya. Ev welatê xweşik û di heman deme de xemgîn, Di wê kêlîyêde kû ew biketa xewa mirinê, wî ji Xelfetîyê dengek bihîst. Bû hêvidar. Bû kêfxweş. Qîr kir. Çemên welêt bi coş dest bi herikînê kirin, kulîlk şîn bûn, dar û giha şîn bûn, û çûk jî firîyan. Ji ber kû ev deng, dengê xelaskarê welatê bedew bû kû, tiştên kû desten xwe dabû li ser her tiştî re rûh dida, mirovên kû bûne kevir vedigerand jiyanê. Vî welatî di wê gavê de fêhm kir kû koletî ne qedera wê ye. Ew dikaribû careke din bikenîya, kêfa xwe bikira, bi çeman re reqs bikira û dilşad bibûya. Naha wî dest bi xeyala roja kû ew ê bi tevahî azad bibe kir. Navê vî welatê xweş Kûrdistan bû.
Kûrdistan ji hebûna xwe ve, ji bo azadîya xwe, di her serhildanê de bi hezaran bedêl daye û gelek ewlad û rêberê xweyên mêrxas defnî axê kir. Bêguman, wê bedêl, şehîdê xwe ê herî zêde, di dema PKK’ê de da û hêj ji dide. Di dîroka PKK-ê de, ji bo kû şehadeta gelek kesayetên girîng û pêşeng, milîtanên şoreşger di meha gulanê de çêbûn, ev bûn sedema meha sembolek ji bîrnekirina gelê Kûrd.
PKK, li ser şopa kesayetên pêşeng ên wekî Deniz Gezmiş û İbrahîm Kaypakkaya, şehîdên şoreşa Tirkiyê, da kû perçebûn û dabeşbûna di kesayeta gelê Kûrd de hatiye kirin çareser bike, çareseriyan hilberîne, ji bo kû zincîrên ji hundur û derveyî Kûrdistanê hatiye xistin bişkîne, ji bo kû ji nûve xweşikî û wate bide mirovahiyê, û ji bo mirovahiyê şer bike li ser navê vê di meha Gulanê de şehîd ketin û dîsa ji bo zindî hiştina bîranîna şehîdê Gulanê Haki Karer hate damezrandin,
berdêlek giran da û da gelek ji bo kû gavek bavêjin, bimeşin, pêşve biçin, serfirazî bi dest bixin, gelê Kûrd azad bikin û wî ji dîltiyê rizgar bikin 43 salin bedêlên giran û şehîd dan. Bi taybetî di meha Gulanê de, şehîdên kû hema her roj dihat dayîn, meha Gulanê ji bo PKK û gelê Kûrd kirin Meha Şehîdên Kûrdistanê. Meha Gulanê, berî PKK û derveyî PKK’ê jî gelên xwedî kesayet, şoreşger û kedkarê pêşeng re bû sembol. Van şehîdan bi rastî ji PKK’ê re, kû bûye mîsogerîya azadîyê û ji deskeftiyên gel re xwe sîper kirin. XWE KİRİN MERTAL.
Şehîd Mehmet Karasungur, canê xwe derpêş kir, ji gelê Kûrd re got kû şikandina xiyaneta kû di her serdemê dîrokê de wekî nexweşiyek bê derman bi ser gelê Kûrd de hatî hîştin pêdivîyek girîng e. Wateyên bêdawî dikarin ji her şehadeta Gulanê werin derxistin. Kuştina Haki Karer ji hêla provakatorek ajan ve di 18ê Gulanê de Têkoşîna Azadiya Kûrd ber bi partiyê ve bir. Ji ber vê yekê, Şehîd Haki Karer wekî hêza sereke ya PKK-ê her dem jiyan kir û bû nemir.
Di vî şerê mezin ê hebûnê de, Hozan Mizgîn, bibû mamosteyê hunerê û şervanekî jiyanê , dîsa di meha Gulanê de, wekî evîndarê Gulanê û li ber xwe da, şehîd bû. Piştî wê, vê awaza efsûnî û berxwedana bi rûmet tû car dev ji van axan berneda.
Îsal, meha Gulanê, a kû Meha Şehîdan a 43-emîn de, Her çend di vê mehê de Komkujiya Hewlêrê û qetilkirina 37 karkerên şoreşger li Taksim di vê mehê de hate bibîranîn jî, têkoşîna hevpar a gelan û xala hevpar a ked û şoreşgerî ya cîhanê ,li dîroka meya nêz de deximand.
Tevî van berdêlên giran ên hatine dayîn jî, têkoşîna azadiyê ya PKK’ê û lêgerîna maf a gelan gavek jî paşde gav neavêt û biryara şer da wan. Şehîdan, ji bo destkeftiyên gelan û Tevgera PKK’ê laşên xwe kirin mertal, ji me re mîrasa biryardariya têkoşînê, bawerî, berpirsyarî û biryardariya bêdawî ya di serfiraziyê de hiştin.
Emê ji mîrasa wan xwedî derkevin û ewê di her meha Gulanê de, bibin meşaleyek qet nayê vemirandin, kû dil û mêjîyên me ronî dike.