BERLÎN – Ciwanên TCŞ û TEKO-JIN ên li Nettelbeckplatzê hatin ba hev, kon danî. Ciwanên enternasyonalîst û endamên Nav-Berlîn jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakiya bi rêzgirtinê destpêkir, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Elmanî hatibûn wergerîn hatin danîn. Dîsa belavokên têkildarî tecrîda li ser Ocalan û bruşorên Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Li ser navê HBDH’ê jî axaftin hatin kirin û hate gotin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibin, divê bikevin tevgerê.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.