TOULOUSE – Aktivîstên TCŞ’ê li bajarê Toûloûse ya Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Ciwanên ku saet 19:00’an li stasyona trenê ya navenda bajar kom bûn, posterên Ocalan, alên TCŞ û PKK’ê hildan, bê navber dirûşmên Fransî û Kurdî yên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Metîna’ û ‘Terorîst Erdogan’ qîr kirin.
Ciwanan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê li ser gelê Kurd li ser hemû mirovahiyê ye, bang li şoreşger, demokrat û ciwanên welatparêz kirin ku bi hev re li dijî vê rabin.