AMED – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyanîyek nivîskî da û li navçeya Farqîn a Amedê, bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve ” bi teqemeniyên destan ve polîsên dagirker û bazirganên tiryakê xist. Endamên DGH gotin ku wan berxwedana ku gerîla li Metîna, Zap û Avaşîn pêş xistiye bi şîara “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan û” silav dikin.
Di derbarê çalakiyan de hûrguliyên jêrîn hat parve kirin:
– 12’ê Gulanê di êvarê di demjimêr 8:30 de, yekîneyên me li dijî dijminê ku Dibistana Amadeyî ya Îmam Hatîp a li navçeya Mescit a Farqînê veguherandîbû qereqola tevgera taybet çalakiyek bi 2 perçên teqemeniya bi destan ve li dar xistin.
Di çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yek ji dagirkerên ku rakirine nexweşxaneyê lingê wî hatiye jêkirin.
Polîsên dagirker ên ku piştî çalakiyê hatin herêmê, bi bez bi qasî 1 saetan gule berdan hewayê. Yekîneyên me bi terikandina qadê bi awayek zexm gihîştine cihên xwe.
– Di şeva 8ê Gulanê de, li dijî firoşkarê tiryakê Adnan Fişek, ku li Ferîdûn a Farqînê dijiya, çalakiyek hişyarkirinê hate kirin. Piştî çalakiyê, yekîneyên me di rewşek baş de gihiştin cihên xwe.
DGH, bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Zap, Metîna û Avaşîn pêk tîne, ber êrîşan ti encam li dijî gerîlayên azadiyê çênabin. Endamên DGH destnîşan kirin ku wan bi banga seferberiyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê hat ragihandin çalakî pêk anîn, bang li hemû ciwanên Kurd ên Apoîst û hemû ciwanên şoreşger ên dij-faşîst kir ku bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan ve ” berxwe bidin.
DGH di dawiyê de; Her kes û her tiştê ku bi faşîzmê re têkildar e armanca me ye. “Roj roja bûn û îfadekirina hebûna xwe ye,” wî got.