NAVENDA NÛÇEYAN – Aktivîstên JXK’ê ya daxuyaniyek nivîskî da hemû jinên ciwan vexwendin 2’emîn Konferansa Jinên Xwendekar ên Kurdistanê.
JXK’ê bal kişand ser berxwedana li çiyayên Kurdistanê tê kirin û got: “Yên rolên pêşeng di têkoşîna li dijî mêrsalarî ya li Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn û Metîna dilîzin, şerê gerîlayên azadiyê ne. Xebat û berxwedana Rêber Apo, bingehê şoreşa ku jin lîderiya wê dike danî. Em li ser vî bingehî dibêjin, dem dam azadiya Rêber Apo ye.
Em jinên Kurd û enternasyonalîst, ji bo nasname, bersiva pirsgirêkên demê bibînin, em ê xwe çawa perwerde bikin, dîsa organîze bikin, em ê binirxînin. Li ser vî bingehî em we vedixwînin 2’emîn Konferansa JXK a ku wê 29’ê Gulana 2021’ê bê lidarxistin. Em ê bi xwe siberoja xwe ava bikin. Ji bo wê ji çanda destdirêjiyê re dibêjin ‘NA’, ji tecrîdê re dibêjin ‘NA’ û dibêji; Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”