NAVENDA NÛÇEYAN –
QASIM ENGÎN
Dîroka Irakê nîşana me da ku rêbazên desthilatdarî û dewletgerî yên ku em dinasin, hemû li Irakê de bi tevahî hişkayî û bi ziravî xwe hatine meşandine.
Mînak, dema ku Saddam tê gotin di serî de Halebçe û Enfal tên bîra me. Lê em bizanin ku hêza Saddam ya esas ne Halebçe û ne jî Enfal bûn. Hêza herî pêş ya Saddam rêbazên Şerê Taybet yên ku bi dewlemendî kar anî bûn.
Mînak dema 1968’an de Baasiyan tevahî desthilatdariya Irakê girtibûn destên xwe, ewil tifaqa bi Partiya Komunîst ya Irak kirîbûn. Gava duyem jî xwesteka hevdîtina bi Molla Mustafa Barzanî û tevgera Kurd bû. Li ser deklarasyona Abdurrahman el Bazzaz ya li ser 15 xalan yê ku dixwast pirsgirêka Kurd çareser bike peywendî bi birêz Molla Mustafa Barzanî re danîbû.
Heta em dizanin ku beriya ku Otonomiya 11 adara 1974’an were îmza kirin tê gotin ku Saddam çûye cem Molla Mustafa Barzanî û jê re gotiye ku; ”Heta tu îmza xwe navêje binî vê peymanê ez li vir ranebim û naçim.” Û ew peymana nav û deng li ser vê esasî pêşketiye.
Dîsa em dizanin ku bi dehan caran Saddam gotinên wek Birayê Min Kak Îdrîs kar aniye û her wiha.
Em dizanin ku pê re jî di sala 1975’an di despêka nîsanê de erîşên dijwar aniye ser Kurdistan. Em dizanin ku bi hezaran gundên Kurdistan vala kirine, çol kirine. Em dizanin ku 22 bajarên nû bi navê Mucammat avakirine. Bi gotinek din Gundên Stratejîk yên ku Amerîkiyan li Vîetnam dijî gerîllayên Vîetnam kar anîbûn, Saddam îcar li Kurdistan de kirîbû dewreyê. Sînuna îro, Xanesore îro, Çarqurne îro her wiha Sengeser û gelek cihên wiha gundên stratejîk yên Saddam bi çol kirina gundên Kurdan bi zorê dane avakirine.
Em dizanin ku beriya Saddam gelek Kurd wek cahş û kontra dijî çekdarên Kurd peşmergeyan hatibûn kar anîn. Lê Saddam ev hêna pêştatir bir. Serokên cahşa kirin Muşteşarên Alîkar.
Erê berê Saddam jî Baasiyan û heta hinek caran dema Qaseem jî bi sedan heta di navbera 1963’an û 1968’an 3000 gundên Kurdan li Başûr hatibûn şewitandin.
Lê em dizanin ku Saddam ev pir pêştetirbir û 4000 hezar gund şewitandin û bi mîlyonan însan di salên 1975’an, 1977’an, 1987’an, 1988’an, 1991’an, 1992’an û her wiha dane rewandin û dane koç kirin û her dema ku ev dikir jî gundên Kurdan dişewitandin û çol dikir.
Em hîç behsa bi leystina demografya Kurdistan nakin. Mînak bajarê Musul bajarêkê Kurdan bû, Kerkûk jî wiha. Xaneqîn, Mendîlî û her wiha. Lê bi leystina demografya re nûfusa Kurdan kêm kirin heta hinek cihan de hîç Kurdek jî nêhiştin.
Dîsa dema ev kirine çawa ol wek û heta Kûran weke çekekî li hember Kurdan kar anîne jî em dizanin. Hewldane ku kuştina Kurdan helal were rabirkirin, ji ber xwestine ku bi fetvayan ev kuştina helal werin dayîn. Her wiha bi şixûldana mezheban serkut kirina Şîayan.
Ma Enfal ne mijara ku di Sûreya 8’mîn de wek Xanîmetên Şerê Pîroz di derbas dibe ye?
Dîsa çawa kîmya kar anîne ne, em li Enfal’an de dizanin. Dîsa kesên ku di erîşan de xelasbûyîn çawa di kampên wek: Topzawa’ya nêzî Kerkuk de, di Nuqra Salman de, di Dibs û Samawa de bi vahşeta Marduxan, Sargonan û Împaratoriyan Asuran hatine qetlkirin jî em dizanin.
Dîsa ajan pêşxistin bi destî ajanan ango sîxûran yên mualîf tasfiye kirin rêbazên Saddam’in. Bi suîkastan yên dijberên xwe tasfiyekirin jî rêbazek Saddam e. Çawa xwestiye ku kurê Molla Mustafa Barzanî Îdrîs Barzanî li Baxdat de qetlbike tê zanîn. Dîsa çawa ku xwestiye Molla Mustafa Barzanî bi rêya teypa ku bomba bi cîh kirî were qetlkirin jî tê zanîn. Him jî dema ku hevdîtin dom dikirin.
Lê ger em bêjin Şerê Taybet yê ku Saddam Huseyîn herî bi bandor meşandin çiye, gerek em bêjin Şerê Bîo Desthilatdariyêye ango Terora Aboriyêye. Bi gotinek din bi birçî bûyînê teslîm girtina mirovan bi rêya qirikê re ye.
Pir zêde kar anîne ajoyên ango xerîzêyane ne.
Saddam bi hostayî birçî bûyîna mirovan kar aniye.Birçî hêştiye, dûre dîl girtiye, pê re jî zikê wan têr kiriye û bi xweve girêdaye!
Birçî hêştiye dûre dîl girtiye û kiriye cahş!
Birçî hêştiye dûre dîl girtiye û kiriye sîxûr!
Birçî hêştiye dûre dîl girtiye û bêdeng kiriye!
Birçî hêştiye dûre dîl girtiye û di mirov bûyênê de derxistiye û refleksên wî kuştine!
Bêguman beriya ku wan bike heman wek Sargon, wek Hamurabî, wek Dehaq, çawa ku bi serî mirovên jêkirine û pê re jî keleh çêkirine, Saddam jî rêbazên nêzê wan kar aniye. Bi kîmya barandinê mirov sotine. Li bîran de hastûyên wan dane winda kirine. Tirbên girseyî hêna niha jî birîna Kurdan e. Mal û mulkên wan wêran kiriye. Bi gotinek din, bi hişkayî çûye ser wan, pê re jî bi nermayî berve xwe kişandiye. Rêbaza Saddam ev bi xwe ye.
Mînak dema ku 1975’an erîşê Kurdistan dige bi hezaran Kurdan qetldike, bi mîlyonan dide revandin û bi hezaran gundên Kurdan dişewîtine û çol dike heman pê re jî afûyek giştî ji bo herkesî, taybet jî ji bo yên ku bi çek derdixe.
Tenê ev na, pê re jî di Kurdistane ku hilwêşî de razanên bi mîlyonan dike. Rêyan çê dike, dibistanan avadike, nêxweşxaneyan ava dike, cihên gêştiyarî ava dike û tamîr dike, bi nûva Kurdistan ava dike. Heta kesên ku biçin Hacê jî bê pere dişîne Hacê. Mirovên ku birçî hêştiye hildigire nava arteşa xwe û pereyek mezin dide wan. Taybet jî ji bo kêm netewan vê pir kar tîne. Taybet gelê me yê Êzîdî, Kakaî, Şebek, Turkmenan, Asuriyan, Keldanan û her wiha rengên dîtir yên ku li ser vê axê de dijîn bi taybetî teşvîk dike, piştgîriyê dike û hildide nava arteşa xwe, dike cahş û her wiha.
Em bala xwe bidinê ewil pir hişk û lêdana xedar û kuştinê, pê re jî destê xwe dirêj dike û dibe rizgarker ango xelaskerê mirovên ku wî bi xwe şepirze û bi halxistiye.
Saddam ango rêbazên qirêj yên Saddam ew in.
Dîsa rêbazek pir qirêjî ew e ku, nahelê yek Kurdek, -bêguman ev ji bo hemû kesên ku li Irakê de dijîn derbasdare-zîraatê ango çandiniyê bike. Hemû zewîyên çandînî dişewitîne, çandîniyê qedexe dike. Me got ku gundan dişewîtîne, lê herî esas jî çiqas xêr û berê Kurdistan heye hedef dike û pûç dike. Nahêle ku yek însan xwe nêzî kede bike, çandîniye bike, kar bike.
Dibe ku were pirsîn, ger wiha bibe çawa gel debara kiriye? Wê re jî Saddam bi hostayeyek mezin çareseriyek peyda kiriye. Bi mûçeya memuran, bi mûçeya leşkeran, bi mûçeya cahşan, bi mûçeya sîxûrtiyê. Û yek jî bi erzan kirina tiştên xwarinê. Heta bi bê pere kirina wan. Turîzm bê pere, dibistan bê pere, gêştiyarî bê pere, hac bê pere, nexweşxane bê pere û her wiha ango bi kêm pere, miz û heq. Saddam dikare vê bike ji ber ku bîrên petrolê bê hesabın, ji ber ku bîrê petrolê pir pere tînin.
Yek jî rêbazek girîng ew e ku, dema mirov xwe nêzî siyasete ango dijberiya Saddam nakin, dikarin bijîn wek ew dixwazin. Ji wan re azadî heta dawî ango azadiyek sanal heta dawî ji bo kesên ji pirsgirêkên civakê re mijûl nabin, li siyasetê dûr disekin û tenê pê xarîze ango ajoyên xwe yên jiyanî dikevin, serbestî heta dawî. Dewleta Saddam ji bo kesên wiha dibe dewleta wan, kesên wiha dibin xûlamên Saddam heta heyran û kurbana Saddam. Bi gotinek din kesên ku wek kayê di jîn dikarin bijîn wek ew dixwazin, lê yên ku dixwazin hinek emarêyên jînî nîşan bidin ji wan re jî gopalê herê hişk, windakirin, avêtina bîran, di mezarên komî de winda kirin, îşkence, zîndan û her wiha.
Rêbazek wiha ji xwere çi tîne? Ev rêbaze wilo dike ku carek din kes xwe nêzî serhildanan, berxwedanan nake. An jî dijberiya rejîmê nake. Heta ji ber ku zikê wî bêyî ku kedek birêjîne têr dibe, bibe zilamek baş yê Saddam. Bibe bangeşeker ango propagandîstekê Saddam yê bi dil. Bibe cahş. Bibe sîxûr û her wiha.
Ev çawa rêve çû em herî bi vekirî li Başûrê Kurdistanê dibînin. Di milekî de berxwedanek û şehadet di milê din de jî cahşîtî û sîxûrtî. Şerê Taybet ev bi xwe ye.
Kurtahî; Saddam rêbazek wiha kar anî ku bi rêya Terora Aborî civakên ku li Irak de û li Kurdistan de dijîn dîl bigire. Bi xwe ve girêde.
Lê xeterî û qirêjiya vê rêbaze Şerê Taybet û Şerê Derûnî ya ku Saddam meşandiniye, ew e ku, xislet ango karakterekî civakê û mirovên wek:
1- Bê ked,
2-Pê nirxên madî dikeve,
3-Destê xwe ji dewletan re, ji rêxistinan re, ji malbatan re ve dike,
4-Vîna wan pir lewaz bûyî û di her erîşekê de an teslîm dibin an jî direvin,
5-Tenê hewldidin ajoyên wan têr bibin,
6-Di milê sincî ango exleqî de ketî û ji her tiştî re gotine, ‘fişeye, vallaye’ kar tîne,
7-Li hember otorite, hember zordestî û çewsandinê bêdeng û tenê bi xwe re mijûl dibe,
8-Pir zû welatê xwe diterîkînin,
avakiriye.
Yek jî bêguman xeteriya û xirabiye herî mezin ew e ku, yên ku bi Saddam re rûnîştine, pê re jiyan kirine an jî yên ku li nava van rêbazên Şerê Taybet de derbas bûne û ferî siyaseta meşandina wî bûne, heman tiştan bi heman rêbazan li ser civakên xwe jî di demê re ferz dikin e.