NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Çetebûna Dewleta Tirk ji salên 1990’î ve bi awayekî berbiçav xuya dike. Bi ferman û organîzeya Dewletê komên çete û mafya hatin birêxistinkirin. Hin rayedarên di nava Dewletê de ji bo vê yekê hatin erkdarkirin. Van çete û mafyayan karên qirêj ên Dewletê meşandin. Ji wan re Dewleta kûr jî tê gotin. Rêxistina JÎTEM’ê ya salên 1990’î jî yek ji şaxê vê Dewleta kûr bû. JÎTEM di wan salan de li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê û welatparêzên Kurd di nava tevgerê de bû. Vê rêxistinê li Kurdistanê bi sedan kuştin, revandin û êşkence kir. Ev rêxistin ser bi ser polîs û cendermeyan bû. Çi devera ku xwestiba dikarîbû bikeve wir û derkeve. Wekî Gladyoya NATO’yê.
Di sala 1996’an de bi navê Sûsûrlûkê beşek ji koma çete û mafya deşîfre bû. Piştre derket holê ku ev koma cinayetê yekser girêdayî dewleta Tirk e. Ango girêdayî wezîrê karê hundir ê wê demê Mehmet Agar e. Rayedarên Dewletê yên wê demê ji aliyê aborî û îdarî hemû derfetên dewletê xistibûn xizmeta komên çete û mafya.
Lê Dewleta Tirk hê jî navê JÎTEM’ê qebûl nake. Ji ber ku hê jî ev rewş li Tirkiyê neguheriye. Dibe ku nav hatibe guhertin, lê ew karên qirêj ên dewletê wekî xwe ne. Berê ev kar veşartî dihatin kirin, lê niha bi awayekî eşkere di bin kontrola dewletê de tên meşandin. Çawa ku wê demê wezîrê karê hundir ji wan komên çete û mafya berpirsiyar bû, niha jî ev wezaret vî karî dimeşîne.
Îro li Tirkiyê komên çete û mafya bûne hevkarê sereke yên desthilatdariya AKP-MHP’ê. Eger ne wilo bûya, bi fermana MHP’ê lîderê çeteyan Alaattîn Çakici ji hepsê nedihat derxistin. Îro li her bajarê Tirkiyê yên ku karê qirêj ê dewletê dimeşînin, hene. Ev tevna çete û mafya ji karê eroîn, dizî û qaçaxê, heta bi bazirganiya mirovan dikin. Jixwe, beriya demekê derket holê ka çawa bi hezaran kes bi rêya şaredariyên AKP’ê çûne Ewrûpayê. Yanî dest bi karê bazirganiya mirovan kirine. Berê ev kar ji aliyê hin kesên din ve dihat kirin û dewletê çavê xwe li wan digirt. Lê niha yekser dewlet vî karî dike.
Yek ji wan kesên ev karê qirêj ê dewletê dikir, Sedat Peker bû. Vî kesî heta beriya bi çend salan gefa kuştinê li xelkê dixwar û pirr bi rehetî li Tirkiyê digeriya. Lê piştî bi demekê ji Tirkiyê reviya. Niha jî em li mikurhatinên wî rast tên. Em ji îtîrafên wî jî fêm dikin ku dewleta Tirk ji serî heta binî bûye dewleta çete û mafyayan. Wezîrê karê hundir ê dewletê Suleyman Soylû di nava vî karê qirêj de aktorê sereke ye. Bi ferman û organîzeya wî komên çete û mafya karê xwe dimeşînin.
Wekî din em dibînin ku Tirkiye bûye welatekî ku bazirganiya eroîn û kokaînê dike. Her sal li Tirkiyê qederê 20 ton eroîn tê girtin. Ev yek di raporên dewletê de jî heye. Çûyîn û hatina eroînê di ser Tirkiyê re tê kirin. Di raporên Yekîtiya Ewrûpayê de jî behsa vê yekê hatibû kirin. Beriya bi salekê jî li Kolombiyayê di keştiyekê de 5 ton kokaîn hat girtin. Ev keştî wê çûba Tirkiyê, lê beriya ku bigihêje cihê xwe, hat girtin. Ev hejmar jî qat bi qat ji welatên Ewrûpayê zêdetir e. Mesela her salê li Ewrûpayê qederê 5 ton eroîn tê girtin. Lê tenê li Tirkiyê di salekê de 20 ton eroîn tê girtin. Sedat Peker di îtîrafên xwe de qala Mehmet Agar dike ku bi vî karî radibe. Kurê Mehmet Agar, Tolga Agar jî îro di nava AKP’ê de parlamenter e. Bi navê şirketan bazirganiya eroîn û kokaînê dikin. Dema ku ew eroîn tê girtin jî kesekî wan mahkeme bike tineye. Ji ber ku dewlet bi xwe di nava vî karî de ye.
Bêguman Erdogan jî serçeteyê vî karê qirêj e. Bi navê çete û mafyayan vî karî dikin. Lê esas, yên çete û mafya ew bi xwe ne. Heger ne wilo bûya, der barê Suleyman Soylû û Mehmet Agar de wê lêpirsîn hatiba destpêkirin. Ewqas nav û agahî tên dayîn, lê ji dadger û dozgerên Tirk deng kerrên çênabe. Ev mesele wê heta bi ku biçe, nayê zanîn, ji ber ku her carê vîdeoyeke Sedat Peker derdikeve. Lê tişta xuya dike ew e ku Erdogan wê di encama hin bazaran de Sedat Peker razî bike û bide sekinandin. Encam çi dibe bila bibe, her kesî qirêjiya vê dewleta çete û mafya dît.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA