AMED – Windakirina fîzîkî tunebûnek nine. Gelek bi tenê bi komkujiyê nayê tunekirin. Mirovên ku we çand, mîrat û dîroka wan tune kir jixwe winda bûn. Bi şerên ku bi salan e berdewam dike, gelê Kurd bi her cûre rê û rêbazên tinekirinê re hate ceribandin û hate xwestin ku civakek bê bîr û dîrok bê hîştin.
Tişta ku dewleta Faşîst a Tirk xwest ku Surê de bike jî ev bû. Me navê Remzîye Tosûnê jî care yekem li wir bihîst. Li hember ewqas zordariya dewleta Tirk wê dev ji mal û taxa xwe berneda û ji ber vê yekê keça xwe ve 15 mehan girtîgehê de hat hîştin.
Wekîla HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bi hilweşandina xaniyên dîrokî yên li Sûrê ji nû ve avakirina dewleta Tirk nirxand.
Tevahiya hevpeyvîna me wiha ye:
Piştî pêvajoya aşitiyê, bi rakirina rewşa bêpevçûnê, jixwe diyar bû ku dê êrîşek berfereh ji hêla dewletê ve were kirin. Ji ber ku qutbûna hevdîtinên bi birêz Ocalan re bû sedema bertekek mezin di nav gel de û xilasbûna temamî ya pêvajoya aşitiyê nîşana eşkere ya êrîşek tevde bû. Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, bi hemû awayî berêxwedanek çêbû. Ciwanên li Sûrê ev qebûl nekirin û ew li dijî vê li kolanan xebatek bi gotinên kolana xwe, axa xwe diparêzim da destpêkirin, li dijî her cûre êrişan, li dijî fuhuşê, her êrişa li dijî tiryakê, kampanyayek hate destpêkirin wê demê, û ew ji hêla gel ve xwedî derketinek mezin çêbû bû. Ji ber ku, yekem car, kampanyayek ji bo rêveberiya xweser hate destpê kirin da ku tax, kolan û xaniyê xwe biparêze, û taybet li dijî her êrişek ji hikûmetê,ji dewletê tê li dijî fuhuş û tiryakê, mirovan ew zarok hembêz kirin û rastî jî xwedî derketin. Ji ber ku heke gel ew zarok, ew ciwanên li wir lêxwedî nekira, vîya ew qas dirêj nedibû. Li gorî hejmarên fermî, jê re 103 roj tê gotin, lê pêvajoyek xwedî derketina kolanan û girtina kolanan li wir nêzîkê salek hebû. Ne tenê gelê Sûrê, lê êdî hemû cîhan bi vê dizane. Bi qasî salekê li wir xwedi derketinek çê bû, û bi vê xwedî derketinê re, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, eşkere bû ku dê bi windakirina hêzê re êriş çêbibin û çêbûn. Li dijî ciwanên li wir, li dijî malbatên li wir li dijî gelên li wir êrîşek çêbû. Ji ber ku hukûmetê timûtim digot: Ger Sûr biçe bajarvaniyê, ew ê zarokên xwe li wir hembêz nekin, ew ê deriyên wê venekin. Ji ber ku Sur cihekî rêxistinkirî ye. Her weha em dikarin wê bi Kaynartepe-ya heyî re bidin ber hev. Ji ber ku niha li wir jî tiştek wusa heye. Ji ber ku ew jî bawer dikin ku dema ku mirov bikeve girtîgehên wan, wê rêxistinek li wir tune be. Ji ber ku ew difikirin ku dema ku li her deverê avahiyên beton ava dibe, dema ku kamera li her derê têne sazkirin, dema ku mobese çêkirin wisa digikirin ku nikarin bi rehetî tevbigerin. Lêbelê, ew ne wusa ye.
Bi gotinek din, dema ku civakek rêxistî, ciwanen birêxistinkîrî û ciwanen xwedî hişmendî mezin kir, ew li her deverê tevdigere, li her deverê bixebite û hewl dide ku li her deverê hişmendiya gel zêde bike. Niha, dema ku em li armanca ku li Sûrê dikin mêze dikin armanç ew bû ku jiyana komînal a li wir, jiyana rêxistinbûyî ya li wir, hişmendiya jinan a li wir têk bibin.
Niha, kesên li xaniyên li wir dimînin dibêjin ku em ne li xaniyan, li girtîgehan hatine bicihkirin. “Em bêriya kolanên xwe, xaniyên xwe dikin. Gava ku em li Sûrê bûn, ger kesek nexweş bûya, heke dawetek bûya, cejnek hebûya, me zû bazdida hevûdu. Lê li vir ne wusa ye. Em bêriya têkiliyên cîrantiya kevin dikin, ”dibêjin. Û bi rastî jî ya ku dewletê dixwest bike van mirovan bi awayê psîkolojîk bê bîr bihêle bû. Lê em dikarin bêjin çi dibe bila bibe, Kurd xwedî bîrekî, xwedî dîrokek hişmendiyê ne û ew ê tu carî paş de gav navêjin. Her weha em dizanin ku li ku derê neqediyayî be, ew ê ji despêkê dest pê neke, lê dê heya dawiyê bigire û dîsa bi wê rêxistin û hişmendiyê bimeşîne. Em dizanin ku di dema pevçûnê de, di pêvajoya Sûrê de mirov çiqas bêçare bûn li wir, mirov li parkê radizan, li kolanan diman, û hetta xwe li nexweşxaneyan digirtin. Em dizanin ku ew li jûreyên acîl rûniştin û şevê derbas dikin, û kes nikare bîrek wisa tune bike. Ji ber ku em miletek e ku di wan êşan de dijîne û gelê Sûrê bi gelemperî gelekê ku xaniyên wan di salên notî de li gundan hatin wêran kirin, şewitandin û talan kirin, û ew cara duyem û sêyem hatin koçber kirin. Li hemberî vê jî projeyek bû ku xaniyên niha yên pir ecêp di wê demê de bi qasî hindik de an jî TOKI-an de bicih bike û hemû Sur ê bike qadek bazirganiyê. Di berdêla TOKI de hem deyndar bûn û niha jî malbat bi heman rengî li Sûrê serî hildidin. Bi heman rengî, li TOKI 40.000 xanî dan TOKI û ew bi heman awayî deyn dîsa hatin deyn kirin. Lê çiqas bêtir li vir di TOKI de belkî çavên wî wilo neyên. Wî 60,000, 70,000 deyn kir, lê li vir 1 mîlyon ji bo mirovên li wir bi rastî zor e û jixwe hukûmetê xaniyên li wir xirap kir. Ji ber ku hukûmetê wisa kir ew xanî milkê mirovên li wir in û heya nuha diviyabû ew xanî bên radest kirin. Lê 5 salên dawî, li kolanên Sûr ê qedexe ye, û ez dîsa li wir dibêjim, tê xwestin ku were bê mirovî kirin û bêbîr radest bibe.
Ji ber ku dema ku em li dîroka kevirên bazalt ên ji kevirên bazalt ên Amed an jî yên Sûr ê li mêze dikin, hewşa ku di havînê de vedibe kevirên ku zivistanê xaniyan girtî dihêlin bû, û wê demê avahiyek kevir hate çêkirin bi tevlihevkirina spî hêkê û axê hemî bi spî û kevirên bazalt hatin çêkirin, lê ew çi tînin? Em dikarin vê yekê wiha binirxînin. Em dikarin wê mîna qirkirina Ermeniyan binirxînin. Ji ber ku wan kevir ji Kayserî ango ji Rojava anîne Kurdistanê û ew xanî niha bi kevirên ku ji Kayseriyê hatine anîn hatine çêkirin. Nexwe we çi bi van kevirên wusa kir? Em hewl didin ku we ji kevirên Tirkkirî ragihînin. Çawa ku wan di dema qirkirina Ermeniyan de zarokên wan birine sêwigehan, zarokên wan mezin kirine, dûv re dijminatiya wan kirine, û bi destên xwe gelê xwe bombebaran kirine.
Dibe kû ew wekî tiştek hêsan xuya bike, lê dema kû em bi kûrahî lê dinêrin, ew tiştek e kû pir watedar e. Wateya anîna keviran ji Kayseri çi ye? Pêşî kevirên bazalt berhev kirin û bi tank û çekan hilweşandin, paşê jî kevir ji Kayserî’yê ji bajarên metrepolan de kevir anîn.
Bi îhtîmaleke mezin, xanîyên kû çêkirine nadin ê kû xwedîyên wanê bi heq.Ji berk û ez li wir xwedîyê milkî me û wana bi tû awayî mala min e liwir hêj jî nedane me û min xanîyê li wir bi tû awayî qebul nekir kû ez îro şûnde tê de jiyan bikim. Ji ber kû, ji roja kû em derxistin heya niha ez xaniyê xweyê berê, kevirê xwe, çiraya xwe dixwazim. Revandina ciwanan di van demên dawî de kêm tê fehm kirin. Dijmin dixwaze ciwanan bavêje girtîgehê. Dema kû em binêrin,emê bibinin kû ciwan çixas tengasîyê dene. Li her kolanan, em dibînin kû, dijmin wana bi GBT’E de derbas dike. Em dibînin kû ew ber bi fuhuş û narkotîkê ve têne veguheztin û ev rewş bi rastî ji bo mirov
rûmetşikêne û dilê mirov diêşîne. Pêdivî ye kû hemî hevalên me yên ciwan ên jin û hevalên ciwan ên mêr hay ji vê rewşê hebin û li dijî narkotîk û fuhuşê li ber xwe bidin û bi vî rengî divê ew rêxistina xwe hê mezin bikin. Ez dikarim ji ciwanan re bibêjim kû bi rastî hewcedarîya me bi ciwanan heye. Ji ber kû, ê pêşengiya zarokên me,pêşengiya me bike ciwanin.