DUHOK – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li herêma Dihokê wesayîtek bobmebaran kirin. Li gorî agahiyan şehîd û birîndar hene.
Duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bajarokê Mangêş û gundê Dîlya ya ser bi Dihokê, wesayîtek bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, şehîd û birîndar hene. Lê heya niha ti daxuyaniyek fermî li ser bûyerê nehatiye parvekirin.