NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ser êrîşên dagirker û berxwedana gerîla axivî. Ozgur bi taybetî behsa berxwedana li mewziyekê kir ku dagirkeran 11 rojan hewl dane ku bikevinê.
HEDEF Û BERFIREHIYA ÊRÎŞÊN DAGIRRKER
Hêzil Ozgur li ser hedef û berfirehiya operasyonê wiha got:
Dawiya sala 2020’an pêşbîniya me hebû ku dewleta Tirk beê xwe bide Qadên Parastinê yên Medyayê, nexasim berê xwe bide ser Zap û Avaşînê. Ji ber ku bi fermî piştî 2010’an, bi rengekî fiîlî jî di navbeyna 2014-2016’an de biryar li ser dabûn ku tevgera me, nexasim gerîla tine bikin. Hûn pê dizanin, beriya niha ‘pêvajoya hilbijartinê’ bû. Masê dane erdê û biryar li ser qirkirinê dan. Ev ne ku tenê biryara wan bû. Her wiha biryara hêzên hgemon bû ku ketibûn çirava Şerê Cîhanê yê Sêyan û ti çare nedîtibûn.
Ji ber ku tekane alternatîfa li pêşiya van hêzan, bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk, felsefîk, rêxistinî û dînamîk Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye ku Rêber Apo afirandiye. Çawa ku eynî hêzan Rêbertî sala 99’an bi rêxistiniyeke navnetewî komplo danîn û êsîr kirin, rola qerdiyanî dane Tirkiyê, niha jî eynî tiştî dixwazin li ser tevgera me bikin. Ji ber ku hesabên wan ên salên 90’î bi cih nehatin. Rêbertî lîstik dît û mudahele kir. Bi rabûneke mezin a îdeolojîk, felsefîk û paradîgmayî li bara pergalê şerê mezin di nav şertên Imraliyê de da. Ji ber ku piştî şertên ku Rêbertî ava kirî tevgera me, ji her alî ve xwe mezin kir, bi stratejiya nû ya têkoşînê bû kana moral û hêviyê. Gelê Kurd bi vê şoreşa Roajva diyarî hemû cîhanê kir. Gerîla xwe ji nîu ve ava kir û xwe anî asta gerîalyê sedsala 21’ê.
Li gel vê AKP ne bi wê kapasîte û hişmendiyê bû ku pêvajoyeke mîna ‘pêvajoya çareseriyê’ ya zor û bi berdêl ragirta. Jixwe derdekî wê yê wiha jî nebû. Jiwe yê ku biryara komploye jî, pêvajoya çareseriyê jî û piştre serdema êrîşa nû qirker dane ne ew bûn. Derdê sereke yê AKP’ê ew e ku desthilata xwe bidomîne. Ji ber vê dikare her lîstikê bilîze û dikare xwe li ber bayê her kesî berde. Gelê me jî ji nêz ve li vê pêvajoyê nerî. Bi taktîka awiqandinê ya bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ hedefa qedandinê, di sserî de ya Rêbertiya me, bi berxwedana bêhempa ya gelê me û gerîla dema ku neçû serî, bêgav man ku rastiya xwe aşkere bikin. Hevkariya AKP, MHP û hemû derdorên dewletê li ser vê ava bû. Û 2015’an bi êrîşa hewayî ya berfireh a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bi fiîlî ev dane destpêkirin.
JI 2015’AN Û WIR VE BI DESTÊ NATOYÊ HATIN XURTKIRIN
Em bi êrîşên wiha re hevrû ne ku konsepta navnetewî geş kiriye. Têkoşîna gerîla ku dewlet ber bi çareseriyê ve anîbû artêşa Tirk bêkêr kiribû. Artêşa ku li bara gerîla têk çûyî piştî 2015’an bi destê NATO’yê ve xurt kirin. J ihêla teknîk ve xurt kirin. Hînî wê kirin keşfê û pergala her cure şopandinê bi zîrektî bi kar bîne. Bi vê hate xwestin ku gerîla tine bikin. Ev li hemû deverên Kurdistanê sazkar kirin lê bi taybetî berê xwe dane Qadên Parastinê yên Medyayê yên li nav Başûrê Kurdistanê.
HÊZA GERÎLA DÎTIN
Ev 6 sal in em bi teknîkeke wiha re şer dikin. Ji ber vê êrîşên domdar ne nû ne. Li Zapê, Avaşînê, li Xakurkê û herî dawî li Heftanînê me ev dît. Di operasyona Zapê ya 2015-2016’an ku jê re mijara manûnemanê digotin artêş dîsa bêgav ma. Dîsa li Heftanînê û Garê me dît ku gerîla bi hêzeke çawa ye, her kesî dît ku giyanê berxwedanê yê PKK’ê bi vê avaniya nû çendî xurt bûye. Gerîla heq ji vê jî derket. Ji vî alî ve ferqa van êrîşên dawî heye. Li gel her cure derfetan jî serneketina artêşa Tirk a li bara gerîla hemû maske û perdeyên ku AKP’ê dabû ber xwe rakir. Ji ber vê, di demeke wiha de ku tevgera bûye AKP dixwaze pêla milliyetgir ku di destê wê de qoza dawî ye geş bike, xîtabî derdora şowenî bike û li ser piyan bimîne. Vê jî wiha nîşan dide ku ew hêza wê heye gerîla biqedîne.
DIXWAZIN JI REWŞA HETIKÎ XWE XILAS BIKIN
Helbet ew xeyalên wan hene ku weke Mustafa Kemal modêla nû ya dewletê bidin destpêkirin, Osmaniyê bi kêmanî di nav sînorên heyî de zindî bikin. Bi kurtastî hedefa sereke ya êrîşan ew e ku AKP’ê ji erdê rakin ser piyan. Ji vî alî vê jî me texmîn dikir ku êrîşê bînin, her çendî bi teqezî me nedizanî bê ka wê bînin ser kûderê jî. Piştre jî wê bihatana ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Lê Garê di gewriya de ama. Niha jî bi van operasyonan dixwazin ji rewşa rezîl bûyî xwe xilas bikin. Lê bîlançoya rojên pêşî jî nîaşn daye ku wê ne weke daxwaza wan be. Ji vî alî ve dikarim bibêjim AKP ji bo ku aqil negirtiye dîsa ketiye nav çiravê.”
HEBÛNA ME HINCET E, DIXWAZIN BI CIH BIBIN
Fermandara Biryargeha Navendî Hêzil Ozgur wiha got:
Êvara 23’yê Nîsanê li girên stratejîk ên qada Mervanos a Avaşînê, qada Mamreşo, disa li girên Qela Bedewê û Cîloya Biçûk a herêma Ertûşê ya Zapê, li gelek qadan û li girê Zendûra ya Metîna bi hevdemî leşker danîn û êrîşa dagiker dane destpêkirin. Hedefa wan ji Zapê heta bi Avaşînê dorpêç bikn, her wiha li herêma Zapê deverên ku ji bo xwe girîng dibînin bi dest bixin û ji Avaşînê heta bi Metîna li ser xeta sînor li nav xaka Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçin. A rast hebûna me hincet e. Bi esasî dixwazin li van deran bi cih bibin û li qadê bimînin.
BI HEZARAN LEŞKER TEVLÎ OPERASYONÊ KIRINE
Hedefa operasyonê jî wiha danîbûn; ‘bigere, bibîne, tine bike û bi cih bibe’. Ango bicihbûn û zevtkirina cih ji bo wan bûye armanca sereke. Em ji hijmara dagirkeran fêhm bikin ku ji bo vê tiştek nîne ku feda nekin. Bi hezaran leşker tevlî vê operasyonê bûne. Hêza şer a van leşkeran tine. Heke xwe nespêrin teknîkê li bara gerîla ti şansê wan tine. Bi teknîkê şer dikin, ji bo ku qadê zevt bikin van leşkeran didin pêş.
WINDAHIYAN VEDIŞÊRIN, EW WÊREKIYA WAN NÎNE KU BIBÊJIN
Me ev di rewşa dagirkerên girê Pîramîtê de dît. Li Girê Pîramîtê ya li Qada Mervamos, ku ji bo Girê Serdar dorpêç bikin zevt kiribûn, di êrîşa tîmeke biçûk a çar kesî de, dagriker perîşan bûn. Ji bo ku girekî ji destê tîmeke gerîlaya ya mobîl û profesyonel bistînin divê qadeke bi kîlometreyan zevt bikin .Fatoreya vê jî li wan weke mirina leşkran vedigere.
Ji ber ku arazî ya gerila ye. Lê ev windahî ji bo wan ne girîng e. Hê beriya operasyon dest pê bike jî me pê dizanî ku nexweşxaneya qereqola Bilîcanê berfireh kirine, nexweşxaneyên sahra ava kirine. Agahiyên wiha yên berbiçav hatibûn ber destê me. Em vê fêhm bikin; naxwe berdêlên mezin didin ber çavan. Lê ew wêrekî û hêza wan nîne ku aşkere bikin. Ji ber ku dewlet bi xwe mekanîzmayeke wiha ye ku li ser derewê ava bûye. Yek ji van ku vê serkeftî dike tifaqa faşîst a AKP-MHP ye. Her tiştê ku derheqê operasyonê dibêjin, derew e.
11 ROJAN NEKARÎN BIKETANA MEWZIYEKÊ
Ji gavên destpêkê ve hevalên me bersiveke tund dan. Nekarîn leşkeran li Mamreş û Zendûr deyinn. Bi teknîka zêde dema ku xwestin leşkeran deynin hevalan bersiveke tund dan. Ne tenê li Mamreşo bi dehan balafirên şer, helîkptêr, amûrên hewayî yên biçek û her cure teknîkê mewziyeke şer dorpêç kirin. Lê 10-11 rojan nekarîn bikevinê. Li dijî bi sedan dagirker, ew qas teknîkê li mewziya şer a Mamreşo tenê 7 heval hebûn. Tîmên me yên araziyê berê xwedane dagirkerên din ku dixwestin dorpêç bikin. Li gel vê rewşa newekhev jî hevalên me 11 rojan bi lehengî li ber xwe dan, nehiştin ku dijmin bikevin hundir. Heke rêbazên derî hiqûqa şer, derî mirovî, bi alçaxî û nemerdî bi kar neanîbûna dagirker wê ti caan nekarîbûna ku biketena wê mewziyê.
ÇEKA KIMYEWÎ BI KAR ANÎN
Dijmin ku nekarî vîna hevalan bişkîne hê rojên pêşî gaza îsotan û gazên din avêtin. Mazot avêtin hundir û xwestin ku bişewitînin, weke li Cizîrê kirin. Helbet hevalên me rê neda van. Bi tecrûbeya Garê hevalan tevdîr standin û vê 10 rojan domand.
Lê me fêhm kir herî dawî çeka kimyewî avêtien. Di têkiliya dawî de hevalên li mewziya şer a Mamreşo ev gotin û piştre têkilî nema. Bi sedan leşkerên NATO’tyê bi helwesta lehengî ya 7 hevalan nekarîn çepera ku danîn derbas bikin. Bi ser de mewziya me ya li Mamreşo ji ber bêderfetiyan me hê ewqasî xurt nekiribû. Hê haziriyên me neqediyabûn. Li gel vê jî dagirker nekarîn bikevin wê mewziyê. Bi alçaxî û hovîtî encex karîbûn biketanê. Vê weke serkeftinê nîşan didin lê ev nîşan dide ku artêşa wan çendî bêkêr e. li aliyekî tîmeke ji çar kesan pêk tê Girê Pîramîtê ku bi sedan dagirker lê ne û bi SÎHA li ser serê wan in tarûmet dikin, li aliyê dî li gel bi sedan dagirker, top, balafir, helîkoptêr û SÎHA’yan nikrain bikevin mewziya şer ku tîmeke heft kesî lê ye. Ji bo ku bikaribin bikeviyê hovîtiya wiha bi rûmeta mirovahiyê re nagunce dikin. Dev ji rûmeta mirovahiyê biqerin, cihê vê di exlaqê şer û leşkeriyê, di hiqûqa şer de nîne. Ji ber vê sûcê şer e. Li bara hêza ku bi lehengî şerê te dike divê hurmetdar bî. Rengê têkbirina wê hêz û exlaqê te datîne holê. Bêexlaqiya artêşa TC’ê û çeteyên Erdogan, bêgaviya wê, bêhêziya wê li Girê Mamreşo careke dî xwe diyar kiriye.
JI BO KU TÊKEVIN MEWZIYEKÊ 5 BALAFIR, 11 HELÎKOPTÊR, 36 CAAN LEŞKER DANÎNE…
Em bi rehetî dikarin vê bibêjin; Çi qasî ketibin wê mewziyê jî, ya ku li Mamreşo têk çûyî artêşa TC ye. Ev bi hemû rastiya xwe wiha ye. Li bara helwesta lehengî ya gerîla bi hîsa bêgavmanê bi helwesteke hovane rabûne. Bi vê jî nemane, êşa zoriya ku dîtin ji cenazeyên hevalan derxistine. Wek ku me gotî yên rastiya şer nizanin dikarin vê weke serkeftinê bibînin. Bîlançoya berxwedana 10 rojan jî vê dibêje. Di nav 10 rojan de bi 5 caran bi balafir û 11 caran bi helîkoptêran êrîş anîne ser vê mewziyê û 37 caran leşker danîne. Li gel vê bi dehan caran bi çekên navîn û giran deriyê mewziyê reşandin, ji bilî balafiran 3 caran çeka kimyewî avêtien. Li dijî vê 18 çalakiyên gerîla hatine kirin, 11 çalakiyên sabotajê, 2 helîkoptêrên Skorsyk derb xwarine, kameraya serî ya ku dixwestin bi kûçikî têxin hundir hatiye şikandin, 21 dagirker hatine cezakirin. Helbet tenê yên ku li tekmîlan hatiye vegotin û hevalan dîtî ev e.
DERBA KU LI ÇETEYÊN ERDOGAN DANE
Ev êrîş bi ser kûderê de bianîna wê ewder ji holê rabûye. Lê gerîla niha li hemû qadan, li hemû mewziyan şer dike. Wê bike jî! N tenê li Mamreşo, li Mervanos jî dijmin li rastî berxwedanê hatiye. Li Zap, herêm Ertûşê, li Girê Serxweqbûn, Qela Bedewê, li Tengava Nêrwê derb ji gerîla xwarine, ji ber vê qedemeyekê bi paş ve kişiyane, ji Qela Bedewê pêştir neçûne.
Derketiye holê li bara vî rihê fedayî yê Apoyî teknîk ti encamê nayîne. Ji vî alî ve çalakiyên gerîla yên di vê hewldana dagirkeriyê de weke derbên giran ku li çeteyê Erdogan hatiye xistin ketiye dîrokê. Ji ber ku sonda ku me dayî gelê xwe heta dawiyê em ê bi cih bînin. Felefeya me ya ku jiyana tenê hilmstandinê qebûl nake, vê fermanê dide me. Gelê me ev 40 salî êşê dikişîne, hêstiran dibarîne, nirx bi dest xistine. Em biryardar in ku em nehêlin ku em van nirxan ji dest berdin, lê xwedî derkevin, berdêla vê çi dibe bila bibe. Ji vî alî ve di şexsê heval Serhat Giravî de ku pêşengiya vê berxwedanê kirî, heft şehîdên xwe yên leheng û her wiha fermanar Bawer ku di çalakiyeke wiha de birîndar bûyî û şehîd bûyî ,hevrê fermandar Delal û Ekîn bi minet bi bîr tînin. Em sond dixwin alaya ku wan bi berxwedana dayî me heta serfiraziyê ji dest bernedin. Bila gelê me û jin gumanê jê nebin ku hêzên YJA Starê wê vê operasyonê pûç bike û têkoşînê serfiraz bike…”
GERÎLAYÊN YJA STARÊ
Têkilî gerîlayên YJA STARê ku li dijî dagirkeriyê berxwedaniyeke çalak dikin wiha got:
”Ji destpêka operasyonê û wir ve ji mewziyên stratejîk bigire heta bi koordînekirina xebatên jêresaziyê, heta bi muhabre û ragihandinê di her aliyê şer de tevlêbûna hevalên jin karîger û diyarker e. Wêrekî, bihistyarî, giyanê fedayî, azweriya têkoşînê di vê pêvajoya tevgera dagirkeriyê de jî xwe nîşan daye. Weke ku tê znaîn Zagros welatê Staran, Nînhûrsagan ango xwedavendan e. Jiyanê li van deran bi destê xwedavandan dest pê kiriye. Mirova pêşî li Zagrosan civakî bûye, gelek nirxên civakî hatin afirandin û li gopîtkan pîroz bûne. Niha jî bi pêngavên dawî ku wê azadiyê ji gelên Rojhialata Navîn, gelê Kurd û hemû jinan re bînin, disa bi keda zêde ya jinan û bi tevlêbûna wan li çiyayên Zagrosê geş dibe.
Li dijî êrîşên bi alçaxî yên li ser gelan û jinan parastina gerîlayên jin hevnirxê wê ye ku eyî heqîqet piştî bi hezarna salan veguheziye îro. Ev ne tesadûf e, terisîna heqîqetê e. Heval Ekîn Tilora ku êrîşa li ser girên Mervanos pêşî ferq kirî, agahî dayî hevalan û çûyî ser doçkayê, ku ew jî keça van xekan e, bi maneya rastî xwendavend e. Her wiha hevrê Rûken û Sara ku bi hevalên xwe re li mewziya Mamreş 10 rojan şikestina vînê li aliyekî, bi lîlandin û dirûşemeyan îdia û moral, wêrekiya şer dane hevrêyên xwe berziya xwendavendiyê ya jinên Kurd ên azad vedibêje. Her wiha helwesta fermandara YJA Starê hevrê Delal û Viyan ku li Zapê, li Tengava Nêrwe pêşî ew bûn ku bi dijmin derxistin, ji bo ku dijmin leşeran nedeyynin bi insîyatîf rabûn, rengê tevlêbûna gerîlayên YJA Starê nîşan dide. Bi sedan hevalên me yên din hene ku mewziya ji wan mayî dadigirin û tevlî şer dibin. Û ew jî pêşengiya bi dehan çalakiyê dikin ku tekmîka wan hatiye dayin û hê nehatiye dayin. Ango performansa xurt a gerîlayên YJA Starê ku li Cenga Heftanînê beloq bûyî îro jî di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de xwe diçespîne. Ev hevrêyên me yên ku bûne pêşeng ji bo me pîvana tevlêbûnê ne û biryardariya me qeyîmtir kirine. Êdi berpirsyariya me ya ku em layiqî wan bin, pêşvebirina berxwedana wan hê zêdetir e. Werin kûderê jî çawa ku hatin em ê cihê ku hatinê ji bo wan bikin dojeh. Weke ku di serî de me gotî em YJA Star vê temînatê didin gelê xwe, jinan, wem weke Bazên Zagrosê soza berxwedan û serfiraziyê didin.”
BEXDA Û HEWLÊR ÇIMA BÊDENG IN?
Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur herî dawî sedemên bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê nirxand:
“Beriya her tiştî vê yekê bêjim; bêdengiya li pêşberî êrişa li ser qada xwe ya serweriyê, jidestdana rewatiyê ye. Bazariyên veşartî û eşkere çi dibin bila bibin, Iraq û hikumeta herêmî ketine wê rewşê ku ji rewabûnê bêpar mane. Eger ne bi vî rengî be, hingî ew parçeyek ji vî karî ne. Ji bilî van herdu sedeman bêdengî bi rengekî cuda nikare bê îzahkirin. Lê belê dikarim bêjim ku bi têrkerî ders ji dîrokê wernegirtine.
Ev operayson ji bo me nû nîne. Rastiya salên 1990’î heye ku em wê em ê hîn bêhtir tehibîn, birçî û tî man. Me gelek zehmetî kişand, berdêl dan, lê me xwe gihand vê astê. Ji ber ku doza me mafdar e, rewa ye, em xwe dispêrin daxwazên rasteqîn ên gelê xwe. Lewma divê Iraq jî, hikumeta herêmî jî dest ji hesabên biçûk, erzan û demkurt berdin, bi aqlê selîm tevbigerin. Artêşa Tirk wê ti carî nexwaze ji cihê ku lê bi cih bûye vekişe. Yên ku dibêjin piştî qedandina PKK’ê wê xwe vekişîne, xwe dixapîne. Eger hinekî bifikirin ku wê piştre çi bibe, hingî bi vî rengî nêzîk nabin. Ya jî tenê li berjewendiyên şexsî û malbatî jî bifikirin, wê bibînin ku karakterê dewleta Tirk piştre wê li wan vegere. Lewma ev hewldana bêdengiyê ya li hemberî vê êrişa ku tê wateya destwerdana li xaka welêt, bi ti hest, fikir û wijdanê nikare bê vegotin.
Pêşmergeyên ku ji bo xaka Başûrê Kurdistanê şer kirine, niha dilê wan dişewite. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê welatparêz li ber vê bêhelwestî, bêdengiyê dikeve, pê diêşe. Bi navê gerîla em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin. Heta dawiyê em ê bi gel û nirxên xwe bimeşin. Yên ku niha vê şermê dijîn, rayedarên hikumeta herêmî wê çawa li rûyê gel binere? Ji hesaban bêhtir meseleya exlaqa civakî ye. Bêrûmetî ye ku mirov li pêşberî destavêtina li xaka xwe bêdeng bimîne. Em zanin ku gelê me vê qebûl nake. Lê belê divê gelê me li her cihî bêhtir nerazîbûna xwe nîşan bide û di afirandina nirxên neteweyî de çalak be.
‘BIRYARDARIYA ME WÊ HETA DAWIYÊ DEWAM BIKE’
Gelê me yê li Bakur bi her cûre êrişên AKP’ê re rû bi rû ye. Ev êriş hewldaneke qirkirinê ya topyekûn a li dijî Kurdên azad e. Em ji bîr nekin, bêdengiya îro dikare bibe sedem ku sibe em bi jiyaneke bêrûmet bên mehkûmkirin. Hewl tê dayin ku nirxên me yên li hemû parçeyan ji destê me bên girtin. Bêguman jiyaneke di nava şert û mercên bê nasname û bê rengê xwe, nikare bibe tercîha kesî. Lewma em gelê Kurd û jinên Kurd di serdemeke diyarker de ne. Ya wê mîna sed sal berê jiyaneke bêrûmet li me bê ferzkirin, ya jî em ê bi berxwedaneke topyekûn bi temamî dawî li vê zext û zordariyê bînin. Ji ber vê yekê rêxistina me got ‘Dem dema azadiyê ye’. Bi navê gerîlayên HPG û YJA Starê bi pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, em bi biryar in ku heta dawiyê biibn pêşengên pêngava Dem Dema Azadiyê ye. Weke hêzên leşkerî em hewl didin berpirsyariya xwe ya li pêşberî vê pêngava azadiyê bi vî rengî bi cih bînin.
JIN Û CIWAN DIVÊ LI HER DEVERÊ BI SER TIFAQA FAŞÎST VE BIÇIN
Lê belê di serî de jin û ciwanên Kurd, gelê me yê li hemû parçeyan divê guh nede korona, qedexe, zext, zilm, destgîrkirin û girtinê û bi ruhê têkoşîna ji 40 salî bêyî li benda kesî bimîne têbikoşe û li her deverê bi ser vê tifaqa faşîst ve biçe. Bi taybetî jin û ciwan bêyî ku li benda talîmatê ji kesî re bimîne, divê li bajarên Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê, her qadê ji çeteyên dagirker re veguherînin dojehê. Ji hedefên aboriyê heta cezakirin û şewitandinê her sazî, kes û hêzên destekê didin vî şerê qirêj, hedef in. Lewma li dijî qirkirina Kurdan ku hewl didin di sedsala 21’ê de bikin, divê em di nava berxwedaneke topyekûn de bin. Divê em tevlî banga berxwedanê ya li zindanan û li her deverê bibin.
Bi navê gel û gelan, em ji Rêberê xwe hîn bûn ku jiyan tenê bi vî rengî dikare bi wate be. Rêberê me dema ku gava destpêkê avêt got, ‘Ey jiyan! Ya ez ê de bi rengekî azad bijîm ya jî nehesibînim ku tu qet jiyayî’. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de gelê me yê ku dilê xwe ji bo azadiyê û Rêbertî lê dide, gel û hêzên demokratîk wê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û bi soza têkoşînê ya heta serketinê, hêviya serketinê ji her kesî re dixwazin.”