BEHDÎNAN:
Li herêma Parastina Medya de rojnameva Kawa Tolhildan di deheqê çalakî û rewşa dawî de agahiyên dawî parvekir û rewşa şer a dawî Ajansa me Nûçe Ciwan re nirxand.
Kawa Tolhildan di derheqê rewşa dawî de agahiyên girîng parvekir û wiha got:
Wek tê zanîn ev nêzî mehekiye berxwedaneke destanî ji aliye gerîlayê HPG’ê û YJA-STAR’ê li Herêmên Parastina Medya li hemberî dagirkeriya Tirk tê raberkirin. Li Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn û Xakurkê her roj gerilla çalakiyên esmanî û bejahî pêk tîne. Vê rewşê dewleta Tirk şok kiriye û kiriye di nava tengaviyeke mezin de. Ji xwe derheqê çalakiyên gerîla de her roj daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê tene ragihandin.
Derheqê çalakiyên herî dawî de hatine pêk hatin ez dixwazim wan ji we re parvebikim.
Doh saet 3 nîvan de leşkerên dagirker dema ku dixwazin ji baregeha Kuroşîno ya li ser sînor xwe berdin û nêzî herêma Orê ya Metînayê bibin. Li wir gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê du çalakiyên sabotajê pêk tînin. 5 dagirker tene ceza kirin. Li vir leşkerên dagirker mecbur dimînin ku gavekî paşve vekişin.
Li Herêma Metîna Agahiyeke din ya ku hatiye destxistin: Di nava fermandarên dewleta dagirker û leşkeran de gelek nîqaş derketine. Di van nîqaşan de fermandar leşkeran re dibêjin ku hun çima dimrin û darbeyên mezin dixwin lê hun nikarin derbeyên heman rengî gerîla bidin. Ji ber van nîqaşan tengav bûne û gelekê wan îstîfa dikin.
Li Metîna ev nêzî mehekiye li Girê Zendûra li tunelan de berxwedaneke destanî tê meşandin. Dewleta dagirker ji ber vê berxwedanê matmayî maye û nikare gavekî pêş ve bavêje. Metirsî heye kul i vê herêmê bi awayekî dijwar gaza kîmyewî bê bikaranîn.
Tenê Başûrê Kurdistanê na Bakûrê Kurdistanê jî Gerîla çalakiyên hewayî gelek navendên artêşa Tirk dide. Ev jî dide îspatkirin ku gerilla li ku dere pêwîst bike li wê derê dikare çalakiyên bibandor pêk bîne. Çalekiyên herî dawî yê hêzên Şehîd Delal Amed pêk tînin xwediyê bandoreke mezinin. Mijarên maddî û windahiyên wan aliyeki (Ji xwe windahiyê wan zede ne) van çalakiyan bandoreke xirab ya psikolojik dewleta dagirker de daye avakirin. Diyar dibe kul i van çalakiyan de gerîla êdî pispor e.
Derbarê rewşa giştî de me xwest ku em van agahiyan ji we re parvebikin. Mirov dikare bibêje berxwedana gerilla li Herêma Parastina Medya de astekî dijwar de didome. Çawa ku Mam Reşo astekî mezin de destpêkir û heta niha jî didome, li Zendura jî, li Kurojero jî, li Heftanîn û Xakurkê jî bi heman renge didome.