NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku avahiya komeleyê ya li navçeya Bodrum a Muğla bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan û” hate şewitandin.
DGH têkildarî çalakiyê ev agahî parvekir:
“Yekîneyên me li Taxa Çarşi ya navçeya Bodrum a Mûglayê li dijî avahiya Komeleyê ya du qat aîdî alîgirên faşîst AKP-MHP çalakiyek organîze kir û komele veguherî axê.”
Endamên DGH diyar kirin ku wan bi banga seferberiyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî pêk anîn, endamên DGH tekez kirin ku dewleta Tirk a faşîst û alîgirên wê bi dirûşma “Bi Ciwanên Bûne Baz, Ber Bi Serkeftina Zagrosan û” li seranserê Tirkiye û Kurdistanê hedef werin girtin.
Di dawiyê de, DGH bang li ciwanên Kurd ên Apoîst û hemû ciwanên şoreşger ên dij-faşîst kir ku bi çalakiyên xwe tevlî seferberiyê bibin.