NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ya ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da destpêkirin, polîsan di heman demê de li Edene, Şirnex û Dêrsimê girtin ser gelek malan. Rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin.
Kesên bi îddîaya ku ‘endamên rêxistinê ne’ birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Edeneyê.
Navê hin kesên ku hatine destgîrkirin wisa ye: Rêveberê HDP’a Edeneyê Mehmet Yaşik, Rêveberê TÛAYDER-Çûkûrova Mehmet Tûtûş, Cegerxwîn Guven, Şînda Erol û Bêrîtan Ozbey.
AMED
Li gorî lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî ji bo 34 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn.
Ji ber vê lêpirsînê li Amed û navçeyên wê Pasûr û Farqînê, li Stenbol, Êlih û Entalyayê jî di serdegirtina malan de 29 kes hatin destgîrkirin.
Navê hin kesên hatine destgîrkirin wisa ne. Hevşaredarê berê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Hevserokê berê yê HDP’a Amedê Cabbar Leygara, Wekîlê Hevserokê HDP’ê Amedê Îrfan Soner, rêveberên HDP’ê Amedê Arîf Bûlût, Newroz Reşîtoglû û Ramazan Kiziltepe, Hevserokê berê yê HDP’a Baglarê Mehmet Atlihan, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê Alattîn Zûgûrlî û Yusuf Sokmen, Şahîn Tanriverdî û Kadrî Atli yê 81 salî.