NAVENDA NÛÇEYAN –
QASIM ENGÎN
Bi Netewperestiya Ereb a ku li Sûriyeyê bi pêş diket, gav bi gav Kurd li derveyê jiyanê dihat hiştin. Siyaseta înkar û îmhayê dihat pêşxistin. Sala 1958’an bi awayekî fermî muzîk û weşana Kurdî hatibûn qedexekirin. Li sînemaya Amûdê de di 13’ê Mijdara 1960’an de bi sedan zarokên Kurd hatibûn şewitandin.
Bila were bîra me ku di wan salan de di Tirkiye de bûyera 49’an destpêkiribû. Ciwanên Kurd ji ber hevokek wek: “Xemê nexwe xwişkê, êdî birayên te digihêjin ku wê te ji zerara qimil, sin û mêtingeran rizgar bike” dihatin derizandin. Heta Serok Komarê demê Celal Bayar fermana darvekirina 2500 kesên Kurd dide. Pê re jî bi darbeya qaşo çep di 27 gulana 1960’an de dest danîn ser rejîma heyî. Dema herkes hêvî dikir ku darbeya çep yê ciwanên Kurd serbest berde, siyasetek hêna hişktir hat şopandin. Mîna ku bûyera 49’an têra nekir 485 kesên mal mezinên Kurdan digirin û diavêjin Kampa Sêwasê. Çima dewleta Tirk ya faşîst ev girtine û avêtina girtigehan ew bi xwe jî nedizanîn.
Li Irak de bi şoreşa 14 tîrmeh re atmosferek baş û posîtîv navbera Kurdan û Ereban dihat jîn. Kurd di destûra bingehîn de dihatin pêjirandin. Heta Irak ji Pakt’a Baxdat a dij Kurd xwe paşve kişandi bû. Her wiha xebatên ji bo Kurd û Kurdistan carek din dihat pêjirandin. Lê ev rewşa dirêj nekir di sala 1961’an de bi erîşa arteşa Irak li ser Kurdan bû sedema ku Şoreşa Elûnê 1961’an destpêbike.
Ev mijarane û gelek mijarên din di milê netewperestên Erebên Suriye jî dihatin şopandin. Ev dihişt ku siyasetên netewperest dijî Kurdan hêna çalaktir bibe.
Sala 1961’an ji hêla Serdar Muhammed Hîlal ku li Kurdistanê wezîfedar bû, berpirsê herêma Cizîrê yê Serokatiya Şaxa Îstîxbarata Siyasî (Muhaberat Emîn Siyasî) û di heman demê de jî nîjadperestekî tûj ê Ereb bû, bi navê “Di Warê Neteweyî, Civakî û Siyasî de Xebata Kurdistanê” ji rejîma BAAS’ê re raporek hatibû amadekirin. Rapora ku berpirsê Muhaberata Cizîrê amade kiribû heman rapora koma Rojhilat a Komîteya Yekîtiya Neteweyî (Milli Birlik Komitesi) ye ku li Tirkiyeyê darbeya 27’ê Gulanê pêk anîbûn û ji bo Kurdistanê wek “bernameya Tirkkirinê” amade kiribûn, li Başûrrojavayê Kurdistanê ketibû meriyetê.
Tespît wiha bûn; Kurdên li vir bi zimanê xwe diaxivin û çanda xwe dijîn. Her wiha ji Kurdên derveyê Suriye bandor dibin û wan bandor dikin. Bi sîstematîk tekîliyên wan bi hevre heye. Yek jî nûfusa Kurdan li gore yê Ereban zêdetir pêş de diçe. Ger niha de tedbîr nayên girtin dibe ku dema pêş de li ser vê axê Ereb neminin û Kurd jî hewl bidin ji Suriye veqetin. Tespît ev in! Ev û gelek mijarên ku wiha hatibûn tespît kirin hişt ku netewperestiya Ereb ya heyî hêna kûrtir û dijwartir bibe.
Mînak ji bo ku nûfusa Kurdan li Cîzre kêm bikin dest bi serhijmeriyekê kirin. Him jî tenê li Hasekê. Sedem jî qaşo, gelek Kurd li derveyî Suriye hatine Suriye, taybet jî Haseke û herêma Cîzîrê. Qaşo ji ber nûfusa Ereban kêm dibe û ya Kurda jî zêde dibe!
Di 23ê Tebaxa 1962 an de biryarnemayeke taybet (Hejmar 93) ya ku destûr dide li wîlayeta Al–Hasaka hejmartina nifûsê ya taybet were kirin hate derxistin. Armanca ku hate aşkere kirin ew bû ku kesên ji Tirkiyeyê bi awayek deryasayî derbasî welat bûne werin tespit kirin. Ev hejmartin çend hefte şûn ve di nav rojekî de, di 5 ê Cotmehê de hate pêkanîn.
Bi vê hijmartinê nêzî 200 hezar Kurd ji hemwelatiya Suriye hatin avêtin û bûn muhacir ango biyanî. Lê hêna sosrettir ew bû ku yên ku tevlî serjimerî nebûn wek Qecex ango Maktumîn hatin hesibandin.
Yên ku li hemwelatiya Suriye hatin avêtin qaşo kesên piştî 1945’an hatine Suriyeye ango yên ku nikarin ispat bikin ku ew beriya 1945’an de di Suriye de dijiyane. Lê em jî dizanin ku di nav kesên ku di hemwelatiya Suriye de hatine avêtin, yek jî Tevfîk bu kesekî ku di salên 1956-57 Kurmayên Giştî yê leşkeri bû, dîsa siyasetmedar Abd al Baqiyê yê dihat nasîn û birayên Nîzam al Dîn jî di navê de bigirin heta kesên ku di Suriye de Komar Reîstî kirine jî hebûn. Û hêjmara kesên wiha ne kêm bû.
Bi gotinek din; planek pir qirêj li ser Kurdan dihate ferz kirin ango Plana Şerq Islahata vêcarê ya dewleta Suriye di meriyete de bû!
Hemwelatî mafên xwe hebûn, lê muhacir mêvan bûn. Kengî dijî dewletê tiştek bikiribana dikarin ji Suriye werin derxistin. Lê hêna xirabtir rewşa Maktumînan bû, yên ku ti mafên xwe nebûn, herî zêde heta refa 6’an dikarin biçûna dibistana. Xwedan huvîyetek nebûn, bi kaxizek spî digeriyan, nikaribûn di nexweşxaneyan de bihatina derman kirin û her wiha.
Ango wek mijara jiyan dike lê jiyan nake! Nûfusa maktuman jî her roja diçû zêde dibû. Ji ber ku:
Yek: Dema dayîk û bav maktumîn be, zarok maktumîn dibû.
Dudu: Ger yek jî dêbav’an maktumîn bû, zarok yekser maktumîn dibû.
Sê jî: Yê ku dayika hemwelatê Suriye lê bav ecnebî bû, dibû maktumîn.
Û her roj nûfusa Maktumînan zêde dibû.
Ji bo ku tiştên tenê ziman baştir werin fêm kirin, çand gotinên netewperestên Ereb em bînin ziman yê baştir bibe.
Zeki el-Arsuzi yek ji damezerînerê BAAS wiha digot: ”Nîjada Ereb mîrateya herî bi nirx a ser rûyê erdê ye ku ji hêla babê me Adem ve ji hatiye hiştin. Nirxên ser rûyê erdê temsiliyeta xwe di vê nîjadê de dibînin ”
Baasiyek din jî wiha digot: ”Gelê Ereb ne tenê ji bo qewma Samî, ji bo hemû qewman bûye çavkanî, roja derketiye ser dika dîroka mirovahiyê heya niha stêrka wê her geş maye, netefiya ye.”
Yekî BAAS’î bi navê Silêman yê ku piştra bibe Vêzîrê çandê hêna di salên 1953’an de wiha digot: ”Ey Birayê min ê Ereb! Ger tu rojek mecbûr bimînî bi Siyonîstan re şer bikî ewil berê çeka xwe bide Kurdan.”
Plana Islahkirina Şerqê ya Sûriye ango:
”DARESA ‘EN MUHAFAZA EL-CEZİRE MİN EL-NAWAHİ EL-QAHMİYYE WE EL-İÇTİMAİYYE WE EL-SİYASSİYE” (Di Warê Neteweyî, Civakî û Siyasî de Xebata Kurdistanê) 12 xalên xwe hebûn. Yê ku plan pêşxîstî jî Muhammed Telab Hîlal bû.
Plan wiha bû:
(1) Derxistina Kurdan ji axa xwe;
(2) Nedayîna wan a mafê perwerdehiyê;
(3) Paş ve şandina Kurdên ‘ku li wan tê gerandin’ ji Tirkiyeyê re;
(4) Paş vegerandina derfetên îstîhdamê;
(5) Kampanyayeke propagandayê ya li dijî Kurdan;
(6) Veguherandina ulemayên Kurd bi yên Ereb re;
(7) Di nav civaka Kurd de pêkanîna polîtîkayên ´parçe bike û rêve bibe´;
(8) Bicihkirina Ereban li herêmên Kurdan;
(9) Avakirina şerîdekî ewlehiyê li seranserê sînorê Tirkiyeyê;
(10) Avakirina çîftlîkên kolektif ji bo niştecihên Ereb;
(11) Nedayîna mafê dengdanê û mafê avakirina kargehan ji kesên ku ne Ereb in;
(12) Qebûlnekirina hemwelatîtiya Suriyeyê ji bo kesên ne Ereb ên ku dixwazin li herêmê bijîn.
Bi gotinên hêna zelaltir: Ji bo bişavtina Kurdên ku Erebî nizanin bê lezandin, divê dibistanên Erebî bêne vekirin û ji bo biçin dibistanan bên teşwîqkirin, pêwîst bike jî bê ferzkirin.
Divê li Kurdistanê derfetên xebitandinê bên rakirin. Ji bo çandiniyê divê tevahî xak ji dest Kurdan bê girtin. Di heman demê de divê destûr neyê dayîn ku Kurd van xakan kirê bikin an jî bikirin.
Di nav Ereban de dijberiya Kurd bê kirin, destnîşana ku Kurd xeter in bê xurtkirin û her wiha bi kişkişandina Ereban ve li ser Kurdan zext bê avakirin.
Li bajarên ku Kurd zêde ne, hişmendiya Kurd xurt e, nifûsa Ereb were bicihkirin, nifûsa Kurd bê parçekirin. Cîzre cihek wiha bû.
Yekîtiya Kurdan bê xerabkirin, eşîrên Kurdan bên dijberî hev, nakokiyên navxweyî û şer bê afirandin. Bila tenê mijara Muawatin, Muhacir û Maktumîn were bîra me. Gelo kesekî ku li Cîzrê de Maktumîn yê ji bo kesê û kesên ku li Efrîn û Kobanê de her tim Muawatin in yê çi bi fikre? Gelo ji bo êlên Cîzre Efrîn ma ne yê her tim ya dewleta BAAS’î bibûna? Ma li vê xirabtir perçekirin dibe?
Li herêma Cizîrê qadên ku rezervên petrolê ne, di nav herêmên leşkerî de bên hesabkirin, ewlehiya wan bê sazkirin, li dor van herêman Ereb bên bicihkirin.
Ji bo Erebên ku li van deran bên bicihkirin, divê gund bên avakirin û Erebên li vir li qada leşkerî bên perwerdekirin û biçekkirin.
Di serî de herêma Cizîrê, li herêmên ku hişmendiya neteweyî ya Kurd heye, divê teqez mafê hemwelatîbûnê neyê dayîn, bê nasname bên hiştin.
Hîç guman nîne ku: ”Armanca esas a van polîtîkayan ku Kurd dikirin hedef, “netewe dewleteke” bi yek zimanî, yek nasname û yek baweriyê ango “netewe dewleteke” tenê ji Ereb û tenê ji Tirkan pêk tê damezrînin.
Li Tirkiyeyê rejîma MBK’ê li Kurdistanê polîtîkaya Tirkkirinê dabû destpêkirin, li Sûriyeyê rejîma BAAS’ê jî li dijî Rojavayê Kurdistanê projeya “Erebîkirinê û Kembera Ereban” dabû destpêkirin. Navê wê yê Erebî jî “Hizama Erebî” an go “Kemera Erebî” ye. Dema ku nû ket meriyetê jî wek “Xeta dehane” jî tê zanîn. Bi polîtîkaya Kembera Ereban ve esas guhertina avahiya demografîk a li Kurdistanê hatiye xwestin, bi vî şiklî jî hatibû plankirin ku li navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrrojavayê Kurdistanê Ereb bên bicihkirin û “Şerîda Ewlehiyê” bê sazkirin. Armancek din a vê polîtîkaya jî ku pêşdidît li xakên Kurdistanê Ereban bi cih bike, gelê Kurd înkar û îmha bike; herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê xwedî rezervên dewlemend ên petrolê bû.
Di van 12 xalan û di vê planê de, tişta ku tê dîtin: Pêşniyarên mîna Erebkirina Rojavayê Kurdistanê, li herêmên din belavkirina Kurdan, nav û cihên Kurdî bi navên Erebî guhertin, berbelavkirina ziman û çanda Ereban, li herêmên Kurdan ranezandina sermayeyê, vegerandina Kurdên ku ji Tirkiyeyê hatine, qedexekirina dengdayina Kurdên ku Erebî nizanin cih digirtin.
Ji bo tehcîr û bişavtina ku dixwestin li Rojavayê Kurdistanê pêk bînin, her wiha pêşniyara pêkanîna Rewşa Awarte jî di raporê de hatibû nivîsandin.
Di encam de di Adara 1963’yan de yasaya Rewşa Awarte hatibû derxistin. Rêxistinên dendik ên Rejîma BAAS’ê, El Cewiye û Emîn Siyasî, rêxistinên îstîxbaratê yên Emîn Eskerî (Mûhaberat), bi vê yasayê ve bibûn xwedî rayeyên berfireh.”
Encama vê Plana Şerq Islahata Suriye çi bû, di nivîsa din de!