NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ve rêzeçalakiyên herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya HRE’ê wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Di navbera rojên 17 û 24ê Gulanê de, ji aliyê hêzên me ve li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin.
-Li roja 17ê Gulanê, li gundê Hecika ya navçeya Raco, di encama çalakiyek sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn. Herwiha seyareyek hat derbkirin.
-Li roja 18ê Gulanê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyek sekvanî de, çeteyek brîndar bû.
-Li roja 19ê Gulanê, li Cerablûsê, li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin.
-Li roja 24ê Gulanê, li nêzî gundê Kefirxweşê ya Ezazê, di encama çalakiya sekvanî de 2 çete hatin kuştin. Li heman rojê, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê li hember kaideyek dagirkeran çalakiyek bi dronê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşker hat kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn.
-Di wan çalakiyan de bi giştî 4 çete û 1 leşker hatin kuştin, 3 çete û 2 leşker jî brîndar bûn.”