NAVENDA NÛÇEYAN –
QASIM ENGÎN
Qanûna ku li Suriyeyê rewşa awarte îlan dike, di sala 1962 an de ji aliye hikumeta beriya Partiya Baasê hatibû îlan kirin. Bi darbeya Partiya Baasê ya di 8 ê Adara 1963’an de, rewşa awarte bi biryara Hejmar 2 ya leşkeri re ji nû ve xistin meriyetê.
Salah Bitar û Michel Eflaq yên ku heya 1947’an di nava BAAS de bi bandor bûn, di 1966’an de ji partiye hatin dûrxistin. Ev darbe, ji aliye BAAS’iyên sîvîl û leşker ên çepgir ku koka wan bi giranî çîna navîn a gundî bûn û bi tevlîbûna Hafiz Esad û Muhammed Umran ên ku li derdora Salah Cedid bûn hate pêk anîn.
Dema em behsa Suriye bikin bêguman pêwîste em ser Hafiz Esad jî biaxivin. Di sala 1958’an Hafiz Esad ji bo pêşxistina hêzê havayî dişînin Rusyayê. Dema ku li Rusya de dizivre, dibe berpirsayarê fîloyek havayî. Lê ji ber ku di dema xwe de dijî derketina Suriye li Komara Yekbûyîna Ereban derdikeve, wî jî li arteşê îhraç dikin. Di darbeya Baas ya di sala 1963’an de cihê xwe digire. Di sala 1965’an de dibe fermanderê hêzên havayî. Pê re di salên 1966’an de dibe vezîrê parastinê. Di şerê Îsraîlê ya 6 rojan di salên 1967’an de Suriye darbeyek giran ji Îsraîl dixwe. Di 13 mîjdara 1970’’an de Hafiz Esad û Mustafa Talaz, înkilap ango darbeyek leşkeri dikin û hûkmê Baas û Suriye dixin destê xwe. Di adara 1971’an Hafiz Esad dibe serokê devletê. Lê di sala 1973’yan de li hemberî Îsraîl şer dikin û beşeke herêma Qinatan û Golanê rizgar dikin, Esad weke pêşengekî qewmê Ereb tê naskirin û li Suriye deshilatdariya wî cîgir dibe. Heta mirina Hafiz Esad di sala 2000’î jî, Esad di tevahî hilbijartinan de wek Serokê Dewletê tê hilbijartine.
Ger em carek din vegirin rêbazên Suriye yê çewsandinê, bişaftinê û leyîstina bi erdnîgarî û demografyaya Kurdan û Kurdistanê emê bibînin ku bi Plansaziya Şerq Îslahata Suriye ango bi rapora ku Muhammed Taleb Hîlal di salên 1963’an pêşxist şûn ve di dîrokên cuda cuda de, Kurd li cihên xwe hatine derxistine, plansaziya li ser 12 xalan gav bi gav derbasê pratîkê kirin e.
Pêwîste ku were zanîn Suriye bi rewşek awarte tê rêvebirin. Û ev rewşa hêna di salên 1963’an destpêkir û heta roja îro jî dom dike. Hêza ji bo Suriye xeter Îsraîl û Tirkiye dihat dîtin. Rewşa awarte wate xwe ew e ku, her tişt ji bo bekaya dewletê dikare were paşguh kirin. Her wiha rewşa awarte wateya xwe ew e ku her rêbazê şer li ser civak û gelên din dikare were ferz kirine.
Di wê çerçeve de em dikarin baştir bibînin çawa Plana Hîzama Arabî bi navê TEVGERA ISLAHÊ pêk anîn e:
”Li gor vê, li seranserê sînora Tirkiyeyê ya ku heya Irakê dirêj dibe û pişt re jî ji sînora Irakê heya herêma Til Koçer, bi firehiya 10-15 km, bi dirêjahiya 375 km wekî ‘Kembera Ereb’ dê al-hizam al-‘arabi bihata avakirin. Plan ev tişt pêşniyar dikir ku 140.00 hezar Kurdên ku li 332 gundan dijîn werin dersînor kirin û li cihê wan Erebên ji Bedewiyên Firatê ên ku ji ber Gola Asadê yê ku piştî çêkirina Bendava Tabqayê çêbûyî ji cihê xwe hatine dûrxistin, werin bicihkirin.”
Lê ji ber ku li hember vê plansaziyê pertek hatin raber kirin, plana Hîzam el Erebî guhertin, dewsa Hîzamek fireh ‘berik’ ango ‘cêp’ vekirin. Bi gotinên din, kemberek çênekirin lê axa Rojava’yê welatê me perçe perçe kirin. Ereb bi cih kirin, Tirkmen bi cih kirin û ji bo Kurdên ku di wan deran de jiyan dikin rê nedan ku malan çêbikin, bi gotinek din bi zimanek nerm ango nazik Kurd ji wan deran derxistin û dûrxistin.
Di Plana Şerq Islahata 3 MÎM’de vekirî dihat dîtin ku, li Kurdistan de yek fabrîka ango cihê kargerî nayên avakirin. Ti Kurdek nikare axê ji xwe re bikire, nikare axa xwe bifiroşe. Nikare bêyî îcaze dewleta Suriye xaniyek jî ava bike.
Di rewşek wiha de gelo zarokên van malbatên ku li Kurdistanê de jiyan dikirin yê çawa bijiyane? Rê nadin ku xanî werin avakirin, cihê kar avanakin û ne dihêlin ax were kirîn, ne jî dihêlin ku axa xwe bifiroşe. Nûfusa ku zêde dibe yê çawa li ser piyan bimîne û bijî?
Ji bo nifşeyên nû tenê rêyek dihêlin, ew jî; terikandina welat e!
Hêna vekirî: Ev planek wiha bû ku bêyî ku kesek tiştek bike bi rewşa hatiye pêşxistin, Kurd neçar bûn ku axa xwe biterîkînin. Mînak berê bi dehan gund li Cerablûsê hebûn, hemû neçar man derbikevin. Dîsa li Cîzre cihê ku Kurdînî bilind bû, Ereb anîn bi cih kirin. Him gel dijî hevdû derxistin him jî Kurd li cih û warên xwe bi kîbarî derxistin.
Em bala xwe bidin ê, li Rojava de nûfusa Kurdan zêde nebûye, kêmtir bûye. Lê nûfusa Kurdan li Raqa, li Haleb, Şam, Hama, Hums û cihê din yê Suriye de zêde bûye. Heta hêna di salên 1960’an de ber mijara Muhacir û Maktumîn bûyînê nêzî 50 hezar Kurd li Suriye derbasî Lubnanê bûne û li wan deran de jiyane.
Kurtahî, plansaziya Hîzam-el Erebî terikandine, lê dest bi avakirina kordona leşkerî û dest bi parçekirina herêmên Kurdan kirin e.
Ev çawa kirin e, em îro gelek baştir dibînin!
Her wiha mijarên mirovî jî hember Kurdan kar anîn e. Mînak dema ku Bendava Tabqayê û çêbûna Gola Esadê ket devreye û hinek caran jî bendav hilweşî gelek herêm bin avê de man. Bendav ewqas mezin bû ku dema taqiya heta Derazorê bandora xwe çêkirîbû.
Di rewşek wiha mirovî de kî dikare hatine Ereban li ser axa Kurdistan red bike? Ji ber vê gelek eşîrên Bedewî yên ku bin bendavê de ma bûn hatine Kurdistanê. Ev rewşa mirovî ya ku dihat jiyandin, Suriye wek rêbazek qirêj dijî Kurdan kar anî û Ereb hêna bi sîstematîk anîne Kurdistanê û bi cih kirin. Li van herêman di navbera 40 û 100’î de gundên ji 150–200 xanîyan ji bo Ereban hatin avakirin. Û di hejmartina 1962 an de li cihên ku Kurd jê hatine derxistin ev kesên nû hatine bicihkirin.
Dîsa di bin navê Reforma axê jî gelek ax ji Kurdan girtin û dane Ereban e. Axa ku ji Kurdan hate girtin: 6,552,700 hektar bû. Û ev ji sedi 43 axa ku li Suriyeyê hatibû desteserkirin bû. Bi vê reforma axê re, axa Kurdên xwedî erd ên li Efrînê ji aliye dewletê ve hate îstimlakkirin. Kirîna ax û milkan a li her du aliyên Kobanê û avakirina kargehan li Cerablus û Til Abyadê ango Grê Spî hatibû astengkirin. Li ser sînor jî qedexe kirin ku ax ango erd û zevî werin kirîn an jî firotin.
Dîsa dema ku diyar bû ku li Qerecox û Rimêlanê de petrol heye Ereb hêna sîstematîk anîn û li wan deran de bi cih kirin. Bi çek kirin. Derdorên wan bi leşkeran girtin. Û dijî Kurdan kar anîn.
Her çendî di ev plansaziya heyî bi sedemên cuda bi şêweyekê milê hikumeta Suriye di sala 1976’an de ango Hafiz Esad re hatibe terikandin jî, lê tevî ku Erebên li 41 gundên li hizam al-‘arabi’ bi taybet hatine avakirin hatine bicihkirin derbasî cihekî din nehatin kirin, axa wan a kevn jî teslîmî Kurdan nehat kirin.
Yên li jor hatine nivîsandin, bi awayekî gelekî eşkere polîtîkaya fermî ya dewleta Sûriyeyê tînin ziman. Ev pêvajo, dema sala 1973’yan Hafiz Esad tê ser desthilatdariyê hinekî “nerm” dibe, lê bi awayekî nixumandî dîsa ev siyaset hatiye domandin. Lê ev nerm bûyîn ne ji ber ku li hember Kurdan nermbûyînek bi dil e. Nermbûyîn ji ber ku di wan salan de Tevgera Îxvanan bi hêz dibû û ji bo ku bikaribe dijî Tevgera Îxvanan li ser piyan bimîne, rejîm neçar bû ku çi hember Kurdan, çi li hember Ermenan, çi Suryan-Keldan-Asuran, çi Durziyan û çi jî kêm netew û kêm baweriyên din siyasetê xwe li berçavan derbas bikin. Ger rejîm wiha nekiriba, di şerê dijî Îxvanan yê pir zêde tengavî jiyan bikare. Lê ev bi hostayiyek hat kirin ku, kêm netew û kêm bawerî bi şewêyekê bi Hafiz Esad re werin girêdan. Nakokiyên çinî werin cemidandin.
Yek jî dema ev siyaseta pûç kirinê bi desthilatdariya bîo ango teslîm girtina ser qirikê de meşa, bêdeng kirin hêna rehettir pêk dihat.
Li ku derê tê zanîn ku di bin rêveberiya Hafiz Esad de BAAS nerm nebûye, berovajî; ticaran rê nedane ku xebatên siyasî werin meşandin û heta derbarê zimanê Kurdî qedexeyên di salên 1950’an de dabûn destpêkirin bi şêweyekê her di devrê de manê.
Mînak:
a-Di sala 1986 an de bi biryarnameya hejmar 1012–S–25 li kargeh, saziyên dewletê û kafeyan de kar anîne zimanê Kurdî hatibû qedexe kirin.
b-Di sala 1989 an de jî bi biryarnameya hejmar 1865–S–25 li dawetan gotina stranên Kurdî hate qedexe kirin.
c-Di 3 ê Çileya 1996 an de bi biryarnameya 17014–H biryar hate girtin ku li qadên civakî qedexeya li ser Kurdî were giran kirin.
ç-Di Gulana 2000 î de bi biryara dadgehê ya hejmar 768 biryar hate girtin ku hemû dikkanên ku kaset an jî videoyên bi Kurdî difiroşin werin girtin. Li ser hemû civînên taybet û cejnan qedexe hate danîn.
d-Civînên taybet û giştî, cejn û pîrozbahî bi bi destûrê ve hatine girêdan û şert hatiye danîn ku bi Kurdî stran neyên xwendin.
e-Di sala 2004 an de ji bo pîrozbahiya sersalê ya li Kobanê belgeyek dane îmze kirin ku bi Kurdî stran neyên xwendin.
Bêguman rêbazên qirêj ya rejîmê tenê dijî zimanê Kurdî nebûn, bi giştî bûn. Çawa ku dewleta Tirk dijî zimanê Kurdî, dijî navên Kurdî bi sîstematîk xebat meşandine, dewleta Suriye jî heman tişt li Rojava dijî Kurdan meşandiye.
Mînak:
a-Di 18`ê Gulana 1977 an de bi biryara hejmar 15801 li Çayî Kirmênc û Kobanê navên Kurdî yên gundan hatine guhertin.Li Çayî Kirmênc navê 151, li Kobanê jî navê 161 gundan hate guherandin.
b-Navê navçeyên ku hatibûn guherîn jî ev bûn:
Dêrik-Malîkiye
Amudê-Adaniye
Serê Kaniye-Ras el Ayn
Dirbesiyê-Ghassaniye
Tel Kuçık-Ya’rubbiye
Afrin-Arrub
Kobanê-Ayn el Ereb
Û her wiha…
Yê dom bike.