NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo piştevaniya li hevrêyên xwe yên li girtîgehan 181 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li gelek deveran çalakî li dar xistine.
Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“23’ê Gulanê li Bandirma ya Balikesîrê 2 tankerên sotemeniyê yên karsazên faşîst ên AKP’î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
23’ê Gulanê li Înegol a Bûrsayê tankerek sotemeniyê û TIR’ek a şîrketa Lojîstîk a REYSAŞ’ê ku pêwendiya xwe bi AKP-MHP’ê re heye hatin şewitandin.
24’ê Gulanê li Ergene ya Tekîrdagê di çalakiyan de 7 keştiyên masîgiriyê û 5 wesayitên luks ên faşîtsan hatin şewitandin.
25’ê Gulanê li Sîlîvrî ya Stenbolê 4 wesayitên gardiyanên tecawizkar û faşîst û trafoyekî elektrîkê hatin şewitandin. Taxa ku çalakî lê hate kirin bi saetan bêelektrîk ma. Çalakiyên me yên li dijî gardiyanên faşîst ên li girtîgehan wê mezintir bibin.”