NAVENDA NÛÇEYAN –
QASIM ENGÎN
Şerê Taybet ew rêbaza şere ku her tiştî ji bo desthilatdariya xwe mubah dibîne. Di wê manê de saziya ku herî zêde ji bo hebûna xwe bidomîne her tiştî -rastî jî her tiştî dijî û derveyî mirovî dike,- dewlet e.
Dewleta Suriye bi rejîma xwe ya BAAS’î yek ji wan saziyane ku ji bo ku bikaribe desthilatdarî ji bo berjewendiye xwe kar bîne, her tişt kiriye û hêna jî hewldide bike.
Mînak li gore rejîma Suriye ji bo kesek bibe serokê dewleta Suriye pêwîst bû ku herî kêm 40 salî bibe. Di heman demê de Serokê partiya BAAS bibe û her wiha Fermandarê artêşê yê paye herî bilind bibe.
Lê dema ku Hafiz Esad jiyana xwe dest Beşar Esad tenê 34 salî bû. Di rojekê de Beşar Esad kirin Serokê Partiya BAAS, kirin fermandarê giştî yê arteşa Suriye û salên ji bo bûyîna Serok Dewletê li 40 salî daxistin 34’an û Beşar Esad bû serokê dewleta Suriye. Ev giştî him jî di rojekê de pêk anîn.
Û Beşar Esad di rojekê de bû Serokê dewletê, fermandarê herî payebilind ê hêzên leşkeri, rêberê him Partiya Baas a herêmî (li Suriyê) him jî rêberê Netewî ye (pan-Arap) û serokê beşa îdarî ya hikumetê ye.
Rejîma BAAS ev bi xwe ye. Bi gotinek din, di rejîma BAAS de huquqa dewletî jî nîne. Ya heyî despotizme. Desthilatdariya zumrekeye. Yek rengî û yek dengiya li ser netewperestiya Ereb e. Netewperestiya ku kapîtalîstên Ewropiyan pêşxistine da ku bikaribin giştî cîhanê bigirin bin hukme xwe û tevahî nirxên madî û manevî yê cîhanê bişelînin.
Hêna balkêştir jî ew e ku qaşo Partiya Baasê di heman demê de Eniya Netewî ya Pêşverû ya ku hemû partiyên siyasi digirt nava xwe ye.
Parlamento ji sala 1973 an pê ve heye. Di sala 1990 an de hejmara parlamenteran ji 195 derxistin 250’iyan.
Ji sisiya yek a parlamenteran serbixwe, yên din jî parlamenterên partiyên ku di nav Eniya Netewî Pêşverû de cih digirtin.
Qaşo Eniya Netewî ya Pêşverû-PNF, ji 7 partiyan pêk dihat. Pergal, bi tevna patronaj a ku ber bi jor ve kar dike hatiye hûnandin. Bi Erebî ji vê re Wasta tê gotin. Lê rastî ew e ku, partiya rêve dibe tenê û tenê BAAS e. întîxabat ango helbijartin hemû numarene û pûç in. BAAS kê û kî dixwaze ew dibin vekîl ango mebûs. Sîstem wiha kar kiriye.
Wek berê hatibû gotin, qanûna ku li Suriyeyê rewşa awarte îlan dike, di sala 1962 an de ji aliye hikumeta beriya Partiya Baasê hatibû îlan kirin. Û ew her tim di meriyetê de wek niha jî maye.
Ji ber ku dewlet di milê baskek biçûk ya civaka Suriye ango Aleviyan rêve diçe, neçarin ku li gore wê siyasetek pir nazîk biafirînin.
Ruxme ku rastî ev e, ji bo ku gel bixapînin, Hevalbendên kar ên herî nêzîkî Serokê Dewletê û leşkerên payebilind di nava Misilmanên Sunnî de tên hilbijartine. Beşeke mezin a fermandarên di nav arteşê de Elewî ne. Cihû, Çerkez, Ermen, Aşûr, Tirkmen dikarin bi zimanê xwe biaxivin da ku di milê BAAS de bisekinin.
Ji bo ku Suriye ango rejîma BAAS baştir were nasîn bûyera komkujiya Hamayê girîng e. Xisleta rejîmê pir bi vekirî ev bûyera dide nîşandan ka BAAS çiye.
Dijî rejîma BAAS di Hezîrana 1979’an de li Halebê de di akademiya leşkeriya ya topan de -piranî Nusayrî- 83 xwendewanên leşkeri di milê Îxvanciyan ve hatibûn kuştin. Her wiha di tebaxa û mijdara 1980’an de jî di çend teqînên bombeyan de jî bi sedan kes hatibûn kuştin.
Di bin navê bêdeng û cezakirina Tevgera Îxvaniyan rejîma BAAS 2’yê sibata 1982 bajarê Hama dorpêç kir û bi erdê kir yek. Di vê erîşa hovane de nêzî 30 hezar mirov hatin kuştin. Bajarek bi tevahî di holê de hat rakirin. Ji bo kes carek din behsa Hama nake û Hama bîra bike bajarek nû bi navê Hama hat avakirin!
BAAS ev e! Rewşa ku Suriye îro tê de vê rewşê baştir nîşan dide. Ger îro bi sedan gurubên çekdar bi hovane diçin ser rejîma Suriye yek jî sedema xwe hovitiya ku BAAS li ser gel meşandiye.
Her çendî ser kaxizan de mafê siyaset meşandinê hebe jî, lê di rastiyê xwe de rejîma ku herî zêde pêşiya siyasetê digire, kesên ku bi siyasetê re mijûl dibin jî herî zêde sert ceza dike, BAAS e. Vê jî him bi rêbazên pir hişk û tund dike him jî bi pêşxistina sîxûrtiyê dike. Girtîgehên Suriye cihê îşkenceyên herî sert in. Girtegeh cihên terbiye kirina muhalîfane. Her çendî hemû hêzên dewletger zîndanan wiha destdigirin jî, lê di Suriye de ji ber ku huquk û mafên mirovan nîne, kes nikare li hember ewqasî îşkenceyan derveyî mirovê dengê derbixe.
Bila were bîra me hêna 2011’an dema ku li Suriye de care ewil gel dadiket nava kolanan qaşo rejîm hinek kes afû kiribûn. Wê demê kesekê ku 29 salan li girtegehê de mabû berdabûn. Sedema wî kesî ku ewqasî li zindana da mabû ew bû ku, rejîm ew li zindana ku dihate girtî bîra kirîbûn. Ev gerekçeya ku rejîmê anîbû ziman bi xwe bû.
BAAS ango rejîma BAAS ev e!
Sîstemek sîxûrtiye ewqas fireh pêşxistiye ku, adeta li her cihê de muxabarat heye. Ger were gotin ku Suriye rejîmek îstîxbaratêye yê şaş nebe. Heta sîxûrtiyek veşartî bi navê Şabia wek Besîcên Îranê pêşxistiye. Sîxûrtî heta her cihê dirêj kiriye.
Dîsa komplogerî de rejîma BAAS de pêş e. Mînakek baş şewitandina Zindana Hesekeye. Di 24´ê sibata 1993`an, 75 ciwanên Kurd li zindana Hesekê hatin qetil kirin. Ev têrî nekir, bi hinceta ku girtîgehê şewitandine 5 ciwanên Kurd jî derveyî yên ku hatine şewitandine darve kirin. Him komkujiyan ji bo çav tirsandinê pêş dixe, him jî van bûyerên hovana diavêje ser kesên dîtir.
Dîsa komkujiya Qamişlo ya ku 12’yê adara 2004 dijî gelê Kurd hatibû pêşxistin jî nîşan dida ka BAAS çî ye û çi bû.
Rejîm bi partiya BAAS hewldide tevahî gel bixe nav kontrola xwe. Lê piştî salên 1999’an şûn ve bi hevkarî û peywendiya dewleta Tirk re, Rejîma BAAS destbi hilweşandina civaka Kurd û ereban kir. Taybet jî piştî Mûtebaqata Edene rejîm li dijî civaka Kurd destbi erîşên berfireh ê xistina civak û ciwana kir.
Di serî de saziyên Kurdan girtin. Dest danîn ser malên waletparêzan. Rê dan dewleta Tirk ku bikaribe 5 kîlometra bikeve nav axa Suriye. Laşfiroşî ango Fihuş bêhesab pêşxistin. Pêşiya araq, vexwar-meşrub vekirin. Cara ewil maddeyên hişbirî ango mûxadarat kirin nava civaka kurd. Daxkirin pêşxistin. Rêzefîlmên Tirkan ên ku civakê pûç dikin dane pêş. Dîsa rêza fîlmên Brezîlî û Hîndî û çanda Arabesk bêhesab pêşxistin. Ciwanên ku bi maddeyên hişbirî û fihuşê dîl girtin, kirin sîxûrên xwe. Gelek kadroyên tevgera azadî radestî dewleta Tirk ya faşîst kirin. Û her wiha gelek tiştên ku exleq û pîvanên civaka dixin bi zanebûn pêşxistin. Ji ber ku dizanîn ku civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê zindiye. Hêstên xwe yên netewî bilind e. Forma xwe ya civaka xwezayî parestiya û li ser piyane. Tam jî ji bo bikaribe civaka Kurd ji hevdû derbixe bi alîkariya dewleta Tirk ya ku di Şerê Taybet de pispore, her tişt kir.
Pir balkêş e ku, civakek wek civaka Kurd ya li Rojava ser piyan û welatparêz di demek pir kurt de çi bi erîş û girtinên hovane, çi bi birçî hêştinê û çi jî bi pêşxistina sixûrtiyê bi civaka xwezayî re leyistin. Civaka ku li ser piyan di demek nêz de hewldan pûç bikin. Bêguman aqilmendê vî şixûlî bêguman dewleta Tirk bû.
Ger li Rojava de şoreşa 19 tîrmeha 2012 nebûye, ne dûr bû ku civaka Kurd bi giştî ji hev bihatina xistin. Niha de ruxme ku bi Şoreşa Rojava destverdanek pir cîdî ji bo serarastkirinê heye jî texrîbat ewqasî zedene ku, di gelek milan de civaka me naye nasandine.
Rêbazên Şerê Taybet piştî şoreşê jî di milê rejîm ve niha jî tên meşandin. Mejî tevlîhev kirin, derew, sîxûrtî rêbazên serekene.
Lê dijî Şoreşa Rojava yên ku rêbazên herî qirêj yek jî dimeşînên muxabin yek jî PDK-I ye. Hêza ku herî zêde dixwaze û dixabite ku Rojava were vala û çol kirin bêguman di serî de Dewleta Tirkiyeye. Lê yek jî hêza ku herî zêde bi ragihandina xwe, siyaseta xwe vê teşvîk dike û Rojava çol dike û dixwaze Şervanên Azadî qada şer biterikînin carek din PDK-I’e. Bi avakirina rojevên sûnî dixwazin di nava civakê de bêbawerî pêşbixin. Her wiha yên ku herî zêde qaçaxvaniya mirovan dikin li ser Başûr de bi rêya PDK tê meşandine. Dîsa revandina kesên çalak û xwedan sekna mîlîtan bi derfetên madî jî PDK dimeşîne. Çendî reşkirina şoreşe hebe bi zanebûn tê pêşxistine.
Xebatên ji bo biratiya gelê Ereb di dema rizgarkirina herêmên Ereban de pir bi xirabî di nava gel de hat bi kar anîn. Dîsa dagirkirina Efrîn dijî Şoreşê bi bêexleqiyek mezin hêna jî tê kar anîne. Ruxme ku yên ku di kelekê dewleta Tirk dijî gelê me li Efrîn de şer û kar kirine rêxistinên wek ENKS’e yên ku nêzî PDK-I’ine ev reş kirina dijî tekoşîna Efrîn rêbazek herî qirêje.
Pir balkêşe ku ruxme ku rejîm berve hilweşindinê ve dimeşe dev ji pêşxistine maddeyên hişbir ber nade. Laşfiroşî bi rêbazên pir qirêj bi berçî hêştine her ku diçe zêde dibe û arasteyî malbatan dikin. Bêguman yek jî bêbawerî didin avakirin. Bi gotigotan belav dikin ku Şoreş nikare li ser piyan bimîne.
Wek rêbazek bi bandor jî bi rojnameya pistepist wek domdar û sîstematîk fesadî dijî şoreşê tê belavkirin e.
Ruxme ku Şoreş hêna tazeye û ruxme ku Şoreş hêna di nava şer de ye, ewqas teşhîr û reş kirin jî mijarên dîtir yên şerê derûnîne.
Hêna xirabtir jî ew e ku, ruxme bi hezaran Ciwanên Kurd û Ereb canê xwe ji bo Şoreşa Rojava dane, ziman dirêjiya dijî Tevgera Azadî nasekine.
Pir bi êş e ku yên ku vê dikin qaşo hinek rayadarên PDK-I’nin. Qaşo hinek ji wan di hukumeta heremî de cihê xwe jî digirin.
Ruxme ku Şoreş hêna tazeye çendî reş kirin hebin, çendî nakokî hebin van kûr dikin û gelê Rojava dijî şoreşê sor dikin.
Di wê manê de pir watedare ku tiştên dewleta Tirk dike û dibêje hinek kesên ku xwe Kurd îlan dikin û Kurd dibînin jî dikin. Di qada navdewletî de reşkirina Şoreşa Rojava gelo kî dike û bi çi mabestê dikin?
Ma Şerê Taybet û Şerê Derûnî ne ev bû?
Bila were bîra me: ”Armanca Şerê Derûnî ew e ku didûliyê bixe nava mirovên ku ew hedef dikin e. Ger nikaribin wan kesan û rêxistin bixin jî lê ger bikaribin tenê diduliyek biçûk jî pêş bixin Şerê Derûnî serketîne.
Ev çawa dibe?
Ger Şerê Derûnî di serê neyarên xwe de gumanek afirandibe, êdî li vir de kurmek di dilê wan de çandiye. Bawerî êdî destbi şikandine kiriye. Pirsa ”gelo dijmin rast dibêje,” pirsa ”gelo em rastin” dema ku hatine pirsîn êdî Şerê Derûnî di kesan de encam girtiye. Û em bizanin ku Şerê Derûnî herî zêde di dimên kêliyên zor û zehmet de dozaja xwe zêde dike.”
Û em bizanin ku kî vê didûliyê hewldide ku bi israr bide avakirin, ew kes an jî ew derdor tam jî wek sîxûr û elemanên Şerê Taybet û Derûnî yên dewletên dagirkeran tevdigerin. An jî ev kes û ew derdor rastî jî sîxûrên dewletên dagirkeran bi xwe nin!