NAVENDA NÛÇEYAN –
“Ji rojên 1966-an rojek, Pazarcık wextê ku li welatê xwe dîrokek pir kevnar, rihê lehengên pir kevnar jiyan kirin didomiya. haya wê jê nebû ku dîrokek din li welatê wi tê zayîn. Dayikek afirîneriya herî pîroz a xwezayê dikir. Hêviyek, evînek, pitikek, mirovek… Ew bi hemû bedewiya xwe re rûbirûbûna yekem a bi xwezayê re dijiya, ji tevahî cîhanê re ragihand ku ew bi qîrînek serhildêr a li dijî bêhna xweya yekem a qirika xwe şewitî re jî hat û dayîkbû.
Erê, Îsmail Nazlıkul ango fermandarê çiyayên bi heybet, Kasım Engin… Hûn dizanin, hin kes hene… Roj dîsa di çavên we de hiltê… Bi hemî tîrêjên bedew ên çavên xwe re, ew bîbikên çavên xwe ve ji çavên we hetta heya kûrahiyên we yên ku hatine jibîr kirin û di tariyê de dimînin ronî dike, hûn dizanin, wextê ku ew dikene bi wi re hemû xweza dest bi kenê dike, jiyan nefeseke pir mezin û kûr digire ya, aha ew tam wisa bû. Kasim Engin, Fermandarê bi heybet ê Çiyayên Dilmezin yên Meraş ê, ku bi kenê xwe dîsa bên dide girtin ji xwezayê re…
Îsmail Nazlıkul xortek 7-8 salî bû ku di dawiya 1970-an de di emrekî biçûk de neçar ma ku bi malbata xwe re koçberî Almanyayê bike. Piştî xwendina 9 salan, ew dibe xwendekarek biyanî ku ji ber serfiraziya xwe mafê ketina dibistana navîn dibîne. İsmail Nazlıkul xwendekarek bijare ye ku serkeftinê li ser serkeftinê digire. Bi tenîsa masê, bez û kickboks, tekwando re mijûl dibe. Di Kickboks û Tekwondo yê de ku herî van de serkeftî bû 9 xelat û madalyayên wî hene. Di heman demê de wî li seranserê Almanya madalyayên yekem û duyemîn jî distîne.
Bi nakokî û kaosek mezin re rû bi rû mayînê de, İsmail Nazlıkul dûv re di 1989-an de berê xwe dide çiyayan. Kasım Engin derketina xwe ya çiyayan bi van gotinan tîne ziman: “Tecrubeyên min, lêgerînên min, sozên min ji xalê min re û gelek faktorên din hatin ba hev. Ez di sala 1989’an de tevlî bûm. Dû re ez hatim qada Rêbertî. Em ji Helebê derbasî Efrînê dibin. Ji bo min, rengê axê ew qas guherî bû ku min ji ajotvan pirsî, “Ma ev Kurdistan e?” Gava min bersiva “erê” girt, ez ji wesayîtê derketim û min erd maç kir. Li rê de cîhek bi navê Kefercan hebû. Ez li wir jî daketim, min erd maç kir û mirovên li wir şaş man.
Vegera welêt lêgerîna nasname û xwebûnê ye. Hatina welêt hinekî li ser vê bingehê bû. Bi çiya re yekbûyîna min li ser vê bingehê bû. Heya ku nêzîkbûna wekhev pêk were ez ê li van çiyayan bim. Em nikarin tehamulê jor ve nêrînên hîn kesan bikin. ”
İsmail Nazlıkul, ku êdî Qasim Engin ê çiyayan e, mîna li her beşê jiyanê li her derê jiyanê, bikena xwe,jiyana xwe, hevaltîya xwe, zanîn û helwesta xwe li vir serkeftinek mezin bi dest dixe. Kasim Engîn, ku di dilê hemû rêhevalên xwe de xwedî cihekî mezin e, di rûpelên dîrokê de di roja 27ê Gulana 2020-an de wekî fermandarekê mezin her gav bi minetdarî, rêz û hezkirin bê bibîranîn, cihê xwe digire.”