NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê 16 salî yê ku ji Kampa Holê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin bi alîkariya Mala Êzidî û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî radestî malbata wî hate kirin.
Li Şengalê duh êvarî Ciwanê 16 salî yê bi navê Erdewan ku ji Kampa Holê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin bi alîkariya Mala Êzidî û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî radestî malbata wî hate kirin.
Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen di derbarê xebatên rizgarkirina dîlan got: “Tevî ihmala mezin a hikûmeta Iraqê, bi alîkariya QSD’ê hêza ku ji fermanê ve alîkariya me dike, bê navber mirovên me ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin. Em spasiya QSD’ê dikin. Bi saya têkiliiyên tevna me, Mala Êzidî û QSD’ê em dîlên xwe rizgar dikin û digihînin malbatên wan.
Li şûna ku hikûmeta Iraqê bi me re bibe alîkar û tîmên rizgarkirina dîlan ava bike, astengiya çêdike. Ev 7 sal in gelê me di nava lêgerînek mezin de ye, ji bo ku dîlên xwe rizgar bike. Lê, cihê lêgerîna gelek kesan şaşe. Diçin li gel wanên ku bûne sedema fermanê. Ev yek şaşe, divê gel şiyar be û nekevin di bin bandora fermana spî de.”
ÇAVKANÎ: ROJNEWS