WAN – Navçeya Wanê li Payîzavayê gel li dijî ocaxa mermerê xwest çalakiya protestoyê pêk bîne lê cerdewan û leşkeran li ser gundiyan gulle barandin.
Ji bo ku li qada mezin a ku Taxa Yurtbaşi lê ye ocaxek mermerê were çêkirin îhale hat girtin. Rayedarên şîrketa kontra, leşker û cerdevan duh êvarê bi makîneyên avahiyê ketin taxê. Piştî mekîneyên înşatê, li herêma ku dê kaniya mermerê were vekirin 40 embarên welatiyan hatin hilweşandin.
Dema ku niştecihên taxê yên ku li wê derê civiyan bertek nîşanî hilweşînê dan, leşker û cerdevan li dora makîneyên çêkirinênobet girtin. Welatiyan Diyar kir ku ew ê li taxên xwe destûr nedin ocaxên mermerê, welatiyan dest bi meşê kirin. Leşker û cerdevanan gule barandin ser gundiyan da ku wan belav bikin.