MEXMÛR – Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pîrozbahiyekê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hatin silavkirin.
Şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li Parka 4’ê Nîsanê ya Rêber Ocalan bi pîrozbahiyekê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal silav kirin. Şeva borî pîrozbahiyê di saet 20.00’an de bi tevlîbûna çalakvanên greva birçîbûnê û bi sedan welatiyên wargehê pêk hat. Tevgera Ciwanê Mexmxûr û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê pîrozbahî organîze kirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Ciwanan Çîçek Orhan ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bila em baş bizanin armanca dewleta Tirk bi tasfiye kirina PKK’ê re qirkirina gelê Kurd e. Di pêşengtiya Rûsya û Emerîka hêzên navneteweyî piştgiriya Tirkiyeyê dikin. Niha şerê li Zap, Metîna û Avaşîn tê kirin, li ser vê bingehê pêş dikeve. Êrişên pir giran ên bi teknîka nûjen tê kirin. Li beramberî van êrişên giran, gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê berxwedanek destanî û dîrokî nîşan didin. Gerîla rumet û şerefa gelê Kurd, di pêşengtiya gelê Kurd de ya mirovahiyê diparêze. Rêya azadiyê di rêya şerê gelê şoreşgerî de derbaz dibe. Berxwedaniya gerîla bi serhildana gel ve serdikeve. Em hemû ciwan û gelê Kurd vedixwînîn bila bi awayek seferberiyê rol û mîsyona xwe bilîzin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê, sînevîzyona Şehîdên Mamreşo ya Avaşîn hat temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê govend hat gerandin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.