ŞEHBA – Îro li Şehbayê li dijî guhartina demografya Efrînê meşeke protestoyê hat li dar xistin.
Bi hezaran kes tevlî vê meşê bûn.
Ev meş li Til Sûsinê dest pê kir û li Qampa Serdem bi dawi bû.
Li ser navê Rêveberê Kantona Efrînê Heval Mihemed axaftina xwe de got ku bi coş û moralê gelê Efrînê û bi hêz û vina şervanê me emê Efrînê rizgar bikin.
Li ser navê rêveberê Kongra Star Heval Gulê axaftina xwe kir
û got ku Xwediyê Efrînê Efrînî ne û emê teqez Efrînê rizgar bikin.
Meşê de tim û tim bi siloganên “Sonda me bi xûnê, emê herin Efrînê”
“Şehîd namrin” û “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.
Meş bi şahiyeke mezin ve qediya.