NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de wiha hate gotin:
“Di çarçoveya pêngava tolhildana şoreşgerî ya Şehîd Sînan Dersim de milîsên me 27’ê Gulana 2021’3e li navçeya Tarsûsê ya Mersînê li qada Pîşesaziya Organîzeyî, li dijî Febrîqeya Rûn ê Medenî çalakiyeke sabotajê kirin.
Di encama çalakiyê de febrîqe bi temamî şewitî û xisareke mezin a aborî li febrîqeyên li derdorê jî bû.”
Di dawiya daxuyaniyê de bi navê Milîsên HBDH’ê berxwedana gerîla hate silavkirin û bang li bindestan hemûyan hate kirin ku bi têkoşîna gerîla re bibin yek û mêtingeriya Tirk a faşîst têk bibin.