ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger li her derê Rojava de karên perwerde û hişmendiya Netewa Demokratîk xurtkirinê didomîne. Rexmê derfetên kêm jî Perwerde, aktîvîteyên çandî, werzîşî û hwd tên li darxistin.
Herî dawî gundên girêdayî Şehbayê li Hasîn, Elewşê û Wehşiyê ciwanan organîzasyona Sînevîzyonekî pêk anî. Şêniyên gundan eleqeke mezin nîşanê sînevîzyonê dan.
Ciwanan diyar kir ku dê van aktîvîteyên wan bidomin.