NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
“Li Stênbol, Dîlok, Bursa, Enqere, İzmir, Denizli, Antalya û Aydin gelek cîh û erebeyen faşîstan hat şewitandin Hunê her roj di agirê tolhildanê yê di wahşeta we li hemberî me Kurdan bi kar anîye de bixeniqin. Dema ku Kurdistan di bin dagirkerîya we de ruh jê dikişe bajarên ku hun lê jiyan dikin wisa rehet nebin. Me wekî Înîsiyatifa Zarokên Agir li bajarên we de li hemberî talanciya, dagirkeran û dizan bi agirê tolê bersiv dan. Kurdistan ne mala bavê we ye, gele Kurd jî ne koleye we ne. Em vê rewşê ji we re her roj bi agir dersan bidin û ji we re vebêjin, heta ku we dawî li dagirkerî û hovîtiya xwe ya li Kurdistanê anîn. Ev soza ku me wek Kurdên bi rûmet daye ye.
Berferehîya Şewatan;
-29.05.2021 Li Stênbol Arnavutkoy fabrîqayeke boyaxkirina qumaş a 4 qatî ku aîdî Akp’liyan.
-26.05.2021 Li Dîlok Sîteya Naklîyatçıyan ku aîdî Akp’lîyane 6 dorse, 1 tir û 1 kamyonet.
-29.05.2021 Li Bursa Qada Sanayi a Çalı fabrîqayek mobîlya ku aîdî Mhp’lîyan.
-28.05.2021 Li Enqere navçeya Kahramankazan fabriqayek paşdevegerandine ku aîdî Akp’liyan.
-28.05.2021 Li Dîlok Qada Organîze Sanayî a 3.’de fabrîqayek plastîk ku aîdî Akp’lîyan.
-27.05.2021 Li Antalya navçeya Kaş li qada hale fêkî û meyve kargehek ku aîdî şaxsekî Mhp’lîyekî.
-29.05.2021 Li İzmir Sîteya Sanayiya 5.’de Tirek aîdî şaxseke Mhp’lî û li navçeya Gazîemir trafoyek.
-27.05.2021 Li Denizli navçeya Çal erebeyeke aîdî personele îtfaîye.
-27.05.2021 Li Aydin Soke erebeyeke panelvan ya aîdî Mehmet L. ku Akp’liye hat şewitandin.”