NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir 28’ê Gulana derengiya şevê li gundê Kahveci yê Hezoyê çalakî birine ser ‘cerdevan’ê bi navê Emrah Kurtulmuş û mala wî şewitiye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Bi arçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşger a Sînan Dersim ku li Kurdistanê me daye destpêkirin, ji Mêrdînê heta bi Amed, Riha û Êlihê bi rojan e noker, cerdevan û kontroyan berdêlan didin.
Tekane tişta ku ev ketî diparêzin ew mêtingerî ye ku çiyayên Kurdistanê bombe dikin, li dijî hêzên me yên gerîla kemîna datînînin, ev ketî rêbertiyê li dagirkeran dikin. Banga me li her endamê vê şebekeyê ku nobedariya mêtingeran, dagirkeran dikin ew e ku behs xayintiyê li gelê xwe û şoreşa me bikin. Çalakiyên me nîşan didin ku xelek li dora wan teng dibe. Dawiya şebekeya xayin, noker ku ji hêla milîsên me ve dor li wan hatiye pêçan wê weke mêtingeriyê barabat be.
Çalakiyên me ji bo bîrana rêberên me yên şoreşger ên Tirkiyeyî û Kurdistanê hatine kirin.”