NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Peywendiyên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo wefata dayika Mamostayê Zanîngehê û Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî peyama sersaxiyê weşand.
Peyama KCK’ê wiha ye:
“Dayika Ribha weke hemû dayikên têkoşerên azadiyê, li hemberî hemû zehmetî û astengiyan jiyanê çok nedanî û bi serfirazî jiyan. Timî bi ser nirxê neteweyî û nîştimanî bû. Di vê rê de xwedî helwest û kiryar bû.
Ji Xwedayê mezin daxwazê dikin ku ruhê dayika me ya hêja Ribha Emer bi biheştê şad bike. Xwedê sebirê bide we û malbata we ya rêzdar.”