NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan dayikên gerîlayên HPG’ê li qada Şaredariyê ya navçeya Çelebiyê ya Eyn Îsayê kom bûn. Dayikan ku wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocala û alên Kongreya Star bilind kiribûn daxuyaniyek dan. Dayika gerîlayekê Cemîla Şahîn daxuyanî da.
Cemîla Şahîn, berxwedana zarokên xwe yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û got, berxwedan rêya yekane ya pêkanîna serkeftinê ye.
Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan û sûcên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir ku dê destekdayîna berxwedana gerîla re bidomînin û zarokên xwe di oxira parastina xakê de û li hemberî êrişên dagirkeriyê bidim.
Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin.