SÊRT – Îpek Er, piştî ku ji aliyê çawişê pispor ê Tirk Orhan Mûsa ve hate tevizandin û dest avêt wê, di 16’ê Tîrmeha 2020’î de întihar kir. Jin a 18 salî heman salê di 18’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû.
Rûniştina 3’emîn a doza ku bi sûcdariya “êrişa zayendî” li dijî çawişê pispor Mûsa Orhan dest pê kir, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk tê.
Tevî malbata Îpek Er û parêzerên wê, her wiha parêzerên ji baroyên Amed, Êlih, Sêrt û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Nûran Îmîr û Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA) endamên KESK’ê, rêveberên HDP, DBP yên Amed, Êlih û Sêrtê rûniştina dozê dişopînin.
Mûsa Orhan û parêzerên wî jî ji Enqereyê bi Sîstema Deng û Dîmen a Ragihandinê (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bûn.
Dadgeriya Tirk nehişt ku rojnamevan rûniştinê bişopînin û ferman da ku ji edliyeyê derkevin.
Rûniştina dozê dewam dike.