COLEMÊRG – Tê zanîn ku Dewleta Tirk erîşên xwe yên dagirkeriyê yên herî dawî de windahiyên mezin didin.
Artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre û du re dem dem di bin navê qeza, nexwaşî û hwd de mecbur dimîne ku parvebike.
Li bajaroka Bagêrgeh a navçeya Gever a Colemêrgê, hat îdîkirina ku Çawîşê Pispor Huseyîn Milik ji ber krîza dil miriye. Walîtiyê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya înternetê daxuyanî da û got: “Milik ji ber kriza dil jiyana xwe ji dest da ye.”