NAVENDA NÛÇEYAN – Mehmet Emin Ozkan ê ku 83 salî, ku bi îdîaya kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydın, ê ku Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyên Diyarbekirê di 22’ê Gulan a 1993-an de li navçeya Lîce ya Amedê hatîbû tewanbar kirin, bi cezayê muebetê hate mehkûm kirin, hêj tê darizandin. Rexmê ku derket holê Mehmet Emîn Ozkan bi vê buyerê re têkiliya xwe nîne, dîsa jî girtina wî berdewam dike.
Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê girtî bû, di 17, 18, 19, 20 û 24ê Gulanê de 5 caran rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil. Di encama ceribandinên li nexweşxaneyê bi kelepçeyan hatin kirin de, tevî ku rewşa wî giran bû jî Mehmet Emin Özkan birin girtîgehê.
Em bi kurê wî Nevzat Ozkan re li ser rewşa Mehmet Emin Ozkan axivîn. Nevzat Ozkan, ku ji ajansa me re got çi qewimî, diyar kir ku ew naxwazin bavê wî êdî li zîndanê bimîne û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Tevahiya axaftina Nevzat Ozkan wiha ye:
“Navê min Nevzat, ez kurê Memed Emîn Ozkan im. Bavê min sala 1996’an de li ser buyara Bextiyar Aydin a ku li Lîcê de hat kuştin, li ser îfadeya du îtîrafkaran di sala 1996’an de hate girtin, û cezayê muebbetê girt. Buyera Bextiyar Aydîn her kes dizane çawa çêbuye, wê demê gotin PKK’îyekî kiriye, wan îtîrafçiya jî avêtiye li ser bavê min. lê di nava îtîraftên xwe de bavê min sûcdar kiriye, ji ber vê jî di sala 1996’an de hate girtin û cezaya muebetê girt. Pişt re derket holê ku Bextiyar Aydin ji aliyê dewleta kur ve hatiye qetilkirin, û dîsa jî xistine hustiyê PKK’ê. Ev bûyer di nava salên 2012 û 2013’an de derket holê û eşkere bû ku ji aliyê dewleta kur ve hatiye qetilkirin, bi zelalbûna vê bûyerê re, di sala 2014’an de doza bavê min ji nû ve hat xirab kirin û dadgeh ji nûve hate vekirin. Lê ev nêzîkî 7 salin dadgeh tê kirin, lê heya niha jî biryarek erênî nehatiye dayîn. Ev 7 salin jî her tim dadgeh taluq tê avêtin, li gorî ku mijar zelale jî, hem dozger û hem jî dadgeh gavekî baş navêjin û girtina bavê min jî heya niha berdewame. Bi rastî jî hefteyekî berê di çapemeniyê de jî hat xuya kirin ku dema rewşeke ne baş hebe wan derbasî nexaşxaneya Lêkolîna Amedê dikin, di dîmen de jî hate xuya kirin ku êdî nikare di rê de jî bimeşe û bi kelebeceyan lesker wî kaşdikin û tînin. Ev dîmen her tiştî tîne ber çavan, bi rastî jî ev dîmen pênaseya edaleta dewleta Tirkiyê dike. Çawa ku dibêjin em ji aliyê mafê mirovan û edaletê de di Ewrupayê de em yekemînin, di nava vê dîmenê de hemû tiştê wan eşkere dibe. Bi rastî jî ev 25 salin bavê min di girtîgehê deye û bavê min 83’ê saliye. Di nava van 25 salan de nexwaşiyên pir giran pêre çêbûne. Wek nexwaşiyên; Dil, Tasyonê, Guatira bi jehrî, Roviya qalind û di serê wî de jî ûr çêbûye û pêwîsteya wê bi emeliyatê heye. Lê ji ber rewşa wî nikarin emeliyat bikin, ev nexwaşiyên ku min hemû li pê hev rêz kirin pêwîstiya wan bi emeliyatê hene, lê ji ber ku temenê wî mezine û bûnya wî zeîfe, bijîşk jî dibêjin ku riska herî mezine ji bo wê jî em nikarin emeliyat bikin.
Bi dehan caran ji bo ku rapor bidinê, tendrustiya wî nebaşe rapor dane ji bo ku wî derbixin, bi dehan caran çûye Adlî tipe. Li wê derê jî tu encam negirt her tim derbas dikin li ser nasekinin. Di sala 2015’an de nexwaşxaneya Lêkolîna Amedê di rapora xwe de gotin nikare ji girtîgehê rakeve, ji % 89 rapor dane, lê dîsa jî hat red kir. Di nava van salan de her ku çû nexwaşiyên xwe hîna zêde bûn. Ez bi xwe jî 11 salan di girtîgehê de bûm, em di eynî menzelê de bi hev re bûn. Ez kêlî bi kêlî şahidê rewşa bavê xwe me, ger kesek li gel wî nînbe û lê meyîze neke nikare bi tenê serê xwe li xwe meyîze bike û xwe bi rêve bibe. Hem nikare bimeşe û hem jî her du guhên wî giran bûne û nikare bibhîse, û çavên wî jî kur bûne, ji ber vê pêwîstiya wî bi kesekî heye ku lê meyîze bike. Piştî ku ez derketim birayekî min yê biçûk ew jî di girtîgehê de bû, ev birayê min anîn girtîgehê tenê ji bo ku li bavê min meyîze bike. Nêzî 5-6 mehan li gel wî ma û piştî wê ev birayê min mişextî girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Amedê kirin, ew birin li wê derê ma û dîsa bavê min bi tenê ma. Ji bo ku birayê min dîsa vegere gel bavê min me gelek daxwazname ninisî lê dozger tu carî jî daxwaza me nepejirand. Ji ber vê yekê niha Heval li bavê min meyîze dikin, rewşa wî hîna wekî dema ku di ragihandinê de dixwiyê, bi rastî jî rewşek pir xerabe.
Daxwaza me ji bo raya giştî ewe ku, em dizanin ku em rojên xwe yên dawî jiyan dike, lê em dixwazin ku em van rojan bi malbata xwe jiyan bike. Dema derbikeve ev derfeta derman û tedawiyê hîna zêdetir başe. Ji ber vê divê demildest bavê min bê tehliyekirin. Belkî ku îro di şexsê bavê min de ev hatibe ragihandin, lê bi sedan hevalên weke wî nexaşiyên wan giran hene. Ji ber ku ez jî di girtîgehê de mame û bûme şahidê wan hemiyan bi taybet jî wek; Sidiq Güler, Xelîl Gûnês, Şemisdîn Kargili, Adnan Yalçin, Îzet Turan û bi sedan hevalên wek wî jî hene, bi rastî jî pêwîste ev hemû heval bên berdan û li derve tedaviya xwe bibînin, ji ber ku em naxwazin piştî demekê cenazeyê van hevalan ji girtîgehê derbikeve. Ji ber ku cenazeyê pir hevalan ji zîndanê derketiye, em naxwazin ev her tim wisa berdewam bike. Ji bo wê jî demildest di şexsê bavê min de jî ev hemû heval bên berdan û tedawiya xwe li derve bibînin. Buyera bavê min jixwe min got ev 25 sale bavê min vala vala radizê û bûyera Bextiyar Aydin jî zelal bûye. Yanê îro di girtîgehê de vala vala 25 salên xwe derbas kir, êdî em naxwazin rojekê ji vê zêdetir li wan deran bimîne. Ji bo vê jî daxwaza me ya raya giştî di vî milî de di şexsê bavê min de bi temamî girtiyan bi taybet jî ji bo hevalên nexwaş bên berdan, daxwza me ya herî dawî eve cudayî vê em tiştekî naxwzin spas.”