NAVENDA NÛÇEYAN – Serxwebûnê talîmata Komîteya Navendî ya PKK’ê, ku problemên siyasî, rêxistinî yên PKK’ê nirxandiye kire manşêt. Di talîmatê de peyama, ”Li ser xeta şehîda nû bi rihê pêngava 1’ê Hezîranê peywirên şoreşger ên serdemê bi ser bixin” hahte dayin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de li ser problemên siyasî, rojane disekine, tespîta, ”Têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê rastiyan derdixe holê” dike, Bayik êrîşên li ser gerîla û planên li pişt van êrîşan vedibêje.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di nivîsa xwe de balê dikişîne ser giringiya dîrokî û civakî ya pêngava 1’ê Hezîranê.
Nedîm Seven bi nivîsa xwe ya bi navê ”Rastiya PKK’ê ya ku partiya şehîdan e”, mîrateya têkoşîna şoreşger ya ku şehîdên meha Gulanê hiştiye dinirxîne.
Hêlîn Umît bi nivîsa xwe balê dikişîne ser giringiya Platforma Têkoşîna Yekbûyî.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi analîza xwe ya Gulana 1994’an li ser wê disekine ku divê nêzîkatiya li şehîdan çawa be û divêtiyên li gorî bîranîna divê çawa were bicihanîn. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diyar dike şehadeta Hakî Karer nehtiye fêhmkirin û dibêje, ”Bi şehîdbûna hevrê Hakî re me di cih de pê derxist ku em di nav şerekî de ne. Wek ku ezman bi ser me de rûxiyabû.”
Cîhan Eren bi nivîsa bi navê, ”Qadên 1’ê Gulanê ji kedkaran şoreşa wijdn û hişmendiyê xwest” di hijmara dawî ya rojnameyê de cih girt.
Di vê hijmarê de her wiha nivîsek li ser pêvajoya geşbûna Şoreşa Rojava disekine.