BEDLÎS – Li Bedlîsê dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê dane destpêkirin.
Êrişên Artêşa Tirk li hêrêma Tetwanê de berfireh bû.
Ji gor çavkaniyên herêmî şeva derbas bû, destê sibê di navbera Artêşa Dagirker ya Tirk û Gerîlayên Kurdistanê de şer qewîmî.
Çavkaniyan ji Ajansa me re diyar kir ku di şer de gelek windahiyên artêşa Tirk çêbû. Zelal bû ku di van kêliyan de jî morga nexwaşxana dewletê de herî kêm 3 cinazê leşkeran hene.
Lê wek her tim Dewleta TC’yê windahiyên xwe vedişêre. Piştê ku navê çend kuştiyên wan çapemeniyê de cih girt Wezareta Tirk Mecbur ma kû daxuyanî bide.
Her çiqas Wezareta Tirk gotîbe 2 kuştî û 5 birîndarên me hene jî êdî nikarin kuştiyên xwe veşêrin.
Kuştiyên Artêşa Tirk yên ku nasnameya wan diyar bû wiha ne:
Cerdewan: Yücel Aki
Leşkerê bi rutbe: Bakî Koçak