NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin jî nîvco mabû.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal jî piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên tên kirin bê bersiv tên hiştin.