NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Parastina Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wan embara kîmyewî ya li Yeni Mahalle ya Enqereyê şewitandine.
Têkildarî çalakiya Milîsên Parastina Kurdistanê;
“Weke Milîsên Parastina Kurdistanê, me embara navendî û kîmyewî ya li taxa nû ya Enqereyê şewitand. Bi dehan karsazên li derdorê zirar dîtin û şewat hîn jî berdewam dike.” gotin.
Milîsên Parastina Kurdistanê di daxuyaniyê de hişyarî da û wiha domand;
“Ev çalakî li dijî teknîka dijmin, kesên ku canbaxşane di çarçova Bazên Zagrosê de şer dikin ji bo silavkirina wan hatiye pêkanîn.
Em carek din dijmin hişyar dikin; Ger ew li Kurdistanê şerekî bêexlaqî li dijî zarokên kurd dide meşandin û çekên kîmyewî bikar tîne, divê her kes zanibe ku ewlehiya can û malê tu kesî li bajarên Tirkiyeyê tune.”