LEZGÎN – Gerîla TV, dîmenê çalakiyên hewayî yên li Zap û Avaşînê parvekir

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li herêmên Zap û Avaşînê weşand, ku ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li herêmên Zap û Avaşînê weşand, ku ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî parve kiribû:

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;
13’ê Gulanê saet di 13:00 de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn û 27’ê Gulanê jî saet di 09:30’î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar ji hewayî ve çalakiyên bombeyî li dar xistin. Herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hatin.”

Nivîsa Pêş