EFRÎN – Çapemeniya dewleta Tirk nasnameya 3 leşkerên kuştî parvekir. Her çiqas hat gotin ku 2 leşker qezayê ve mirine û 1 jî Efrînê hatiye kuştin jî çavkaniyên me yê herêmê nûçeyên çapemeniya dewleta Tirk derewandin.
Hat diyarkirin ku li Efrînê de li cepheya Şerewa li gundê Burj Heyderê do şev pevçûnên mezin hatin jiyan kirin.
Ji gor çavkaniyên me erebeyek dewleta Tirk bi fuzeyan ve hat hedefkirin. Piştê erebe îmha bû şerekî dijwar qewimî. Herî kêm 5 leşker hatin zelal kirin ku îmha bune.