SILÊMANÎ – Jina ku ji ber şewatê rakiribûn nexweşxaneya taybet ya Silêmaniyê, jiyana xwe ji dest da. Nayê zanîn bêka jina ciwan hatiye şewitandin, yan jî xwe şewitandiye.
Duh êvarî jina ciwan Şîraz Mihemed (19), li nexweşxaneya Silêmaniyê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da. Jina ciwan Şîraz nişteciha bajarokê Rizgarî ya ser bi Kelar a ser bi Herêma Germiyanê bû.
Berdevê rêveberiya Têkoşîna dijî tundûtujiya ser jinan a Germiyan, Eyub Mihemed derbarê bûyerê de got; “Di 2 HezîranêŞîraz şewitiye û li nexweşxaneya Şehîd Hejar ya Kelarê dihat dermankirin. Lê ji ber birîna Şîraz giran bû, rakirin nexweşxwaneya lezgîn ya Silêmaniyê.”
Cîgirê rêveberiya Nexweşxaneya Beşa Lezgîn ya Şehîd Hejar Rizgar Letîf got; “Jina ciwan bi temamî şewitiye.”
Her dû rêveberan jî derbarê sedema şewitînê de ti agahî nedan. Tenê diyarkirinku li hemberî ti kesê gilî nehatiye kirin.
Lê nayê zanîn gelo jina ciwan xwe şewitandiye, yan jî hatiye şewitandin an jî qeza ye. Bûyerên bi vî awayî li Başûrê Kurdistanê gelek rûdidin û bê ku sedem were eşkere kirin tên veşartin. Hikumet jî derbarê mijarê de tiştek nake.