BEHDINAN – Balafirên şer ên Tirk ji bo piştgiriya PDK, herêma Metîna bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Girê Çarçel û derdora wê ya li herêma Metîna, ku hêzên PDK xwestin êrîş bikin û bicîh bibin, ji hêla balafirên şer ên Tirk ve bi dijwarî têne bombebaran kirin. Bi bomberdûmanê re pêşmergeyên PDK’ê jî hewl didin li qadê bi pêş ve biçin.