ÇİLAXA – Bi dehan ciwanên şoreşger ên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo li pêşiya herêma Inaş a rojavayê navçeyê kom bûn. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanên şoreşger rakirin û diruşmên “Bijî berxwedan gerîla û na ji xiyanetê re” berz kirin.
Meş li Çerxerêya Şehîd Mahsûm a li navnerasta navçeyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêzg girtin, piştre endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Sirûr El-Şetî axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bêdengiya navneteweyî û xiyaneta hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
El-Şetî bal kişand ser helwesta PDK`ê û got: “PDK`ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker hêzên gerîla dike armanc, lê hêzên gerîla xwediyê xakê ne û parastina Başûrê Kurdistanê dikin. ”
El-Şetî di dawiyê de piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da.