DORTMÛND – Di mîtîngê de ku danê nîvro pêk hat, êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Ciwanan her wiha standa agahdarkirinê danîn û li ser êrişên dagirkeriyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
Di çalakiyê de belavokek bi zimanê Elmanî hate xwendin. Çalakiya ku saetekê dewam kir, bi govend û dirûşmên ciwanan bi dawî bû.