NAVENDA NÛÇEYAN – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êvara Şemiyê saet di 19:00 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Drancy li hev civiyan û piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi meşê kirin.
Di meşê de dirûşmên “Bimire Xiyanet”, “Liberez Ocalan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Ciwanan di meşê de ku bi qasî saetekê dewam kir, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kirin. Çalakî li ber avahiya Şaredariya Drancyê bi dirûşman bi dawî bû.
Bi heman armancê endamên TCŞ’ê li bajarê Marsîlyayê jî meşiyan.
Ciwanên ku roja Şemiyê saet di 18:00 de li Belle de Mai li hev civiyan, tevî êrişên dagirker ên dewleta Tirk, her wiha hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî şermezar kirin.
Di meşê de pankarta bi nivîsa “Di cih de dawî li şerê birakujiyê” bînin, hate hildan.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bimire xiyanet”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin qîrîn.
Ciwanan di meşê de bang li gelên Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê û xeta xiyanetê dakevin qadan.