Dîsa Agir dibare ji ezmanan
Ewrên bêdem konê xwe vedidin.
Û dîsa teyrên penaber berê xwe didin warê dûr.
Diweşin pelê daran û tovên nû dikevin
Ser axa Kawa yê Hesinkar û warê xwedevandan
Dîsa dikele Kela Dimdimê
Dîsa dikelê Birca Belek
Dîsa tovê şehîdan diweşin li ser axa kul û kîn
Bi hezaran sal in dibine şahid
Ev teht û lat, ev kendal û zinar
Ev deşt û çiya, çem û newal dibine şahid…
Çawa xwîn herikiye wek barana baharê
Çi qehremanî hatine nivîsandin.
Bi pelê zer û sor… vaye Harûna!…
Vaye çelengên kurdan
Vaye berxwedana keç û xortan
Dîsa hûn bûne şahid ey deşt û çiya
Şerê şeran bi çeqel û roviyan re.
Hûn îro bûne şahid rêwiyên şad
Çavên agir û pêt re
Hûn bibin şahid…
Gurzê Ristemê Zal
Ketiyê destê Cuma yê lehenk
Ne melkemot dibîne û nemir in
Her cara ku dihejê gurzê Ristem
Dibe rêz laşê dijmin û mîna çemekî
Di nava dijmin de diherike tirs û mirin
Di wan awirên mîna xençerekî tûj
Û wek çavê teyrêbaz diqetîne sinya xwînmijan
Ey dîrok! Vaye tu dibîne
Wek Şehrazan wek Besêyan
Dîsa jinên qehreman şîn dibin
Û dibine kelemên reş di nav dilê dagirkeran de
Evîna Ekîn veşartiye di nava bircên Amedê de
Hestên wê weke çemê Dîcle diherike
Û di Amedê re derbas dibe
Heya Şat ûl Arabê digihîjê Firatê
Û dibe behr digere li nava cîhanê
Lê mixabin nizane ku ev çem
Bûye mêhvanê Harûna…
Dilê heval Dûnya îro birîne
Ne ku birîna lewaztî û belegaziyê ye
Birîna Edûlê ye
Ku evîna xwe şad nebûye
Şad nebûye, têra xwe çiyayê Kurdistanê
Di nav heriya sor de veşartiye
Û dizane ku wê her bahar
Dermanê vê birînê şîn bibin
Bi navê tolhildanê…
Awazên heval Newal digihişt
Heya siltanê ker û lal.
Û diqelişand dilê dijminê bêmirad.
Ketiye nava payîzek bêwext û qîr dike.
“Ez bernadim ax û hevalên xwe
Heya dilopa xwînê heye di laşê min de.”
Û rûyê wê şad û kêyfxweş dibe
Ji ber ku li ezmanan dinêre ew çavên reş û belek
Û sitêrka xwe dibîne di nava kerwanekî ne serî heye ne binî.
Ey deşt û çiya! Erd û ezman!
Bibînin û dîsa bibin şahid
Şûrê Eliyêşêr Zûlfîkar e
Ketiye destê heval Çirav
Çekên cengê li xwe girêdide
Û Zûlfîkar dihejînê
Di vê roja sor û reş de.
Şûr badabû wek carên cara
Û xwîna sor û dirêje.
Bi dengên tivink û çekan baran dibare
Li ser sînga Çiravê şûrdar û çekdar de…
Ey mirovno! Carek din bibînin çawa şer dikin dînemêrên kurd
Mîna Derwêşê Evdî bû
Aşîkar bû…
Çavên wî bi şer sor bibûn.
Ji bilî xwîna dijmin pê ve ti der ne didît.
Li hember zirav û mêraniya wî
Ezraîl jî şaş mabû…
Mordem û Karwan bû
Mîna du pilingan
Hêvî û dildariya wan dadigirt dil û kezeb
Erd û ezman
Dihejandin deşt û çiya
Wextê ev herdû can
Ketin li ser axa sar,
Kok û demarên xwe berdan
Dibin heft tebeqên mîtanî û medya!
Belê di nava Harûna de bûne yek çeper
Û mil dane ber hev kurdên ciwanper
Wek bav û kala gotî:
“Gelek li ber xwe dan
Heya birca kelê bi xwîna xwe av dan.”
Û heşt siwarî ketin nav karwanên nemiran
Bûne ronahî di şevên reş û tarî de
Bûne volqan û teqiyan
Pêt û agirên wan belav bû li ser Mezopotamya
Qîrekî bide dayê!
Li ser wan bedenên sar û dilên weke agir bêje;
“Namirin keç û xortên min
Ew hertim şîn dibin nava axa min.
Dibe ku pel biweşin
Dibe ku payîz were
Lê tu car hişk navê dara min”
Keserekî di hinavan de bikişêne
Û dîsa qîr bike!…
“Mirin nîn e li ser axa min a bibereket
Her tovekî şîn dike bi sedan
Li ser her tovekî ez av didim
Rondikê çavan û wan mezin dikim.
Bi rengê sor û zer
Û bi hestê tolhildan û Kurdistanê.”
Kendal Cîzre BOTAN