HELEB – Îro jinên taxa Şêx Meqsûdê ji bo pişgirîya gerîla û êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metîna bi armanca şermezarkirinê meşek li darxistin.
Meş pêşiya Qabo Yasîn destpê kir. Bi sedan jin tevlî meşê bûn.
Her wiha jinên ciwan û ciwanên şoreşger cihê xee di meşê da girtin û di meşê da wêneyên şehîdan û al hatin rakirin.
Meşa bi girseyî bi sloganan ve heta Şehîd Destîna berdewam kir û li wir piştê deqeyek rêzrêzgirtinê ve axaftin hatin kirin. Li ser navê Kongra Star ya Helebê NEHLA MUSTAFA û HENA KERDOŞ axifîn.