HELEB – Di 23’yê Avrêlê de, dewleta dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastina Medyayê Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê êrişek dagirkirinê da destpêkirin û gerîla li hember van êrîşan qehremaniyek bêhempa nîşan dide. Tevî teknolojî û çekên herî pêşketî, artêşa Tirk a dagirker li dijî berxwedanê derbek giran xwar. Tevî alavên xweyên teknolojîk ên pêşkeftî jî, artêşa Tirk a dagirker nikaribû li van deveran gavek bavêje.
Komalên Ciwan ji bo piştgiriyê bide berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê seferberî îlan kir, û ragihand ku ciwan û jinên ciwan ên ji her çar parçeyên Kurdistanê heta Ewropayê bi çalakiyên xwe beşdarî kampanyaya seferberiyê ya ragihandî bibin. Cihekî din ê ku beşdarî seferberiyê bû Bakûr û Rojhilatê Sûriye bû. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ragihand ku ew beşdarî seferberiyê bûne û bi dirûşma “Bi ciwanên bûne baz ber bi serkeftina Zagrosan ve” çalakî dane destpêkirin. Ciwan û jinên ciwan tekez kirin ku ew dixwazin li her derê dengê berxwedanê ragihînin û bi çalakî û protestoyên xwe berxwedana lehengî ya gerîla bidin bihîstandin.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên ajansa me bi gelek endamên Yekîtîya Jinên Ciwan re ku li taxên Şêx Mexsud û Eşrefiye yên li Helebê dimînin, di derbarê çalakiyên ku di çarçoveya kampanyaya seferberiyê û armanca ragihandina seferberiyê de pêşve birine, hevpeyivînên cûrbecûr kirin.
Rûxweş ya ku endama Yekîtiya Jinên Ciwan li Heleb, wiha got:
“Me ragihand ku em beşdarî kampanyaya seferberiyê ya ku di destpêka Gulana borî de ji hêla Komalên Ciwan ve hatî destpê kirin bûn, ev kampanya ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li çiyayan pêşve diçe. Di çarçoveya kampanyaya seferberiyê de, me ji bo ciwanan gelek çalakî wekî pêşandanên sînevizyon û civînên ciwanan pêk anîn.”
Di dawiya axaftina xwe de Rûxweş got, “Ez bang li hemû ciwanan dikim ku tevlî kampanyaya seferberiyê bibin da ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst pûç bikin.”
Nadia ya ku endama Yekîtîya Jinên Ciwan li Heleb, sedemên xwe yê tevlîbûna seferberiyê wiha vegot:
“Me ragihand ku em, wekî ciwan û jinên ciwan, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li Zap, Metîna û Avaşîn, beşdarî kampanyaya seferberiyê ya li Helebê bûn. Di çarçova çalakiyên kampanyaya seferberiyê de, me li gelek deveran hejmarek mezin sempatîzan bi rêxistin û perwerde kir, û li atolyeyan civînên ciwanan pêk anîn.”
Endamê Saziya Malbatên şehîdan a Helebê Nariman wiha got:
“Bangawaziya me ji hemû ciwanan re ev e ku beşdarî kampanyaya seferberiyê bibin. Serkeftina gerîla bi giştî serketina gelê Kurd e. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku bi êrîşên xwe me tune bike.”